Malper | Çalakî | Hemî aliyên Kurdistanî di serokatiya Barzanî de dicivin

Hemî aliyên Kurdistanî di serokatiya Barzanî de dicivin

Heftiya pêşiya me de li Kurdistanê civînek gelek berfireh û di serokatiya serokê Kurdistanê de çêdibe.

Parliyamenterê Iraqê yê ser bi Hevgirtina Kurdistanî ve Mueyed Teyib di bêjedanekê de ji PNA re ragihand, ku biryar weha ye hefteya bê bi serokatîya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê kombûneka berfireh li Hewlêrê bê sazkirin. Mueyed Teyib ragiahand, ku dê hemû berpirsên Kurd ên di nav hukûmet û parlementoya Iraqê de û hemû berpirsên herêma Kurdistanê û endamên parlementoya Kurdistanê di vê kombûna berfireh de amade bibin.
 
Di vê derbarê de Tayib got: Ev kombûn li ser daxwaza hemû partî û bizavên siyasî yên herêma Kurdistanê tê çêkirin. Ev kombûn di qonaxek gelek zîz û girîng de tê pêkanîn.

Ji aliyekî rewşa pêwendiyên Kurdistanê û Iraqê ji aliyek din jî êrîşên Îran û Tirkiye li ser herêma Kurdistanê, giringiya vê civînê zehftir dike. Herweha dê di civînê de rewşa deverên  dabiriyên Kurdistanê (deverên ne li ser hukumeta Kurdistanê vene) jî dê bête gotubêj kirin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Newroz pîrozbe (Vîdeo)

Newroz ji bo gelê kurd li Kurdistanê bibe mizgîniya jiyana azad di welatek serbixwe de......



Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê Tirkiye kir
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selaheddîn, pêşwazîya wezîrê dewletê yê kar û barên bazirganî yê Turkiye Zafer Çaglayan û şandeya pê re kir. Di vê dîdarê de çend berpirsên bazirganîyên Tirkiye û Kurdistanê amade bûn û tê de behsa encamên serdana serokê herêma Kurdistanê ya Tirkiye hat kirin û hat daxwazkirin, ku peywendîyên navbera herdu alîyan her xurt bin. ...
Kombûna berfireh bi serokatiya Barzanî de pêkhat.
 Serokê Kurdistaê Mesûd Barzanî bi hemû parlementerên kurd ên parlementoya Iraqê û wezîrên Kurd ên hukûmeta Iraqê û berpirs û wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê re ...
Kurd: Bila Amerîka li Iraqê bimîne Mijara mayîn û nemana hêzên Amerîka li Iraqê bûye sedema guft û goyên navbera alîyên siyasî germtir bibin. Hevpeymanîya Kurdistanê jî radigihîne, ku ew dixwazin hêzên Amerîkayî li Iraqê bimînin. ...
Barzanî li gel hukumetê civînek girîng darxist
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li bajêrê Selaheddîn, kombûnek bi serokê wezîran Berhem Salih, cihgirê serokê wezîran azad Berwarî û wezîrên dinên encûmena wezîrên herêma kurdistanê re saz da. Serokê herêma kurdistanê bi berfirehî behsa rewşa siyasî kir. ...
Sozan: Pirsa petrolê li Kurdistanê gelekî şefaf e
Seroka lîsta Kurdistanî ya li parliyamenta Kurdistanê Suzan Xale Şehab da zanîn, ku kombûna duhî ya fraksiyonên nava parlementoya herêma Kurdistanê li gel wezîrê jêderên ...