Malper | Çalakî | 172 rewşenbîran got: Bi çek û operasyonan çareserî pêk nayê

172 rewşenbîran got: Bi çek û operasyonan çareserî pêk nayê

172 rewşenbirên ku di nav wan de Alî Nesin, Cevat Oneş, Prof. Dr. Gencay Gursoy, Mete Tuncay, Prof. Dr. Mîthat Sancar, Nuray Mert û Osman Kavala jî hene, ji bo aştiyek mayinde û dawî li operasyonan bê belavoka "Ji şer re na, bila hevdîtin bi lezgîn pêk bê" belavkirin. Di belavoka hevbeş de hat diyarkirin ku pirsgirêk ne bi çekê, bi sebir û diyalogê çareser dibe. Rewşenbiran xwest rê li pêş muzakere û diyalogê bê vekirin û dawî li operasyonan bê.


Li Tirkiyê 172 kesên ku di nav de rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, nivîskar û pêşeng jî hene, ji bo li Tirkiyê operasyon, pevçûn, kuştin û alozî bi dawî bibe û ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya diyalog û aştiya mayinde vebe belavokek hevbeş belav kirin. Rewşenbîran di belavoka bi solgana "Ji şer re na, bila hevdîtin bi lezgîn pêk bê" de bang li hemû nûnerên beşên civakê kirin û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di nava hewldanên aştiyê de bin.

Di belavokê de hate diyarkirin ku pevçûn û şerê di navbera TSK û PKKê de dîsa mezin dibe û sedema vê yekê jî ji ber ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser nabe. Di belavokêde hate xwestin ku pirsgirêk bi şer û pevçûnê çareser nabe û hate xwestin ku li şûna şer, pevçûn û operasyonan rêyên diyalog, muzakere û aştiyê bên avêtin.

Rewşenbîran di berdewama belavokê de hikûmeta AKPê rexne kir û da zanîn ku AKP bi polîtîkayên pevçûn, operayon û înkarê nikare pirsgirêkê çareser bike û xwest rê li pêşiya siyaseta dedokratîk veke. Rewşenbîran bang li PKKê jî kir û xwest dest ji êrîşan berde û hêviya xwe ya aştiyê zindî bigre.

Rewşenbîr û siyasetmedaran daxwazên xwe jî anîn ziman û wiha gotin: "Divê pirsgirêk bi rêbazên zagonî û makeqanûnê bê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê pêvajoya muzakereyan bê dest pê kirin. Divê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê rakirin. Divê rê li pêşiya azadiya ramanê bê vekirin û kes ji bo ramanên xwe neyên cezakirin. Divê di serî de Hatîp Dîcle û hemû sucdarên fikrê azad bên berdan. Divê mafê perwerdehiya zimanê dayîkê bê dayîn."
'Diyalog û muzakere rêya raste'

Rewşenbîran di belavokê de rêya çareseriyê wiha nîşan da: "Bi çek û operasyonan çareserî pêk nayê. Bi diyalog, muzakere û bihên firehiyê dê çareserî pêk were."

Rewşenbîran berpirsiyariya parlamentoya Tirkiyê (TBMM) ya ji bo dest pê kirina pêvajoya aştiyê dîrokî bi navkir û xebata makezagona nû da wiha bang li rewşenbîran kir: "Makezagonek wekhevî û azadiyan diparêze û karê aştiyê bîne. Heta xebata parlementerên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê di makezagona demokratîk de tune be aştî pêk nayê. Em bang li îktidar û hemû beşdarên parlamentoyê dikin û ji wan pêvajoya aştiyê dixwazin. Ji parlementerên blokê jî dixwazin ku biçin parlamentoyê. Şer ne çareseriye! Çekan berdin! Em civakeke aştiyê ya li ser maf û hiqûqê cih girtiye dixwazin."


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Radyoya Kurdî ya Bexda li ser jiyana Rewşen Bedirxan (Video)

Şahjina Kurd Rewşen Bedirxan (11.07.1909 Qeyserî - 01.06.1992 Banyas) Bernameyeke (Radyo Kurdî ya Bexda 03.06.1992) li ser jiyana Rewşen Bedirxan...



Bila diyalog dest pê bike
 Rêxistinên civakî yên sivîl ên Sêrtê, daxwaz kirin ku bersiva biryara agirbesta yekalî ya KCKê bê dayîn, operasyon rawestin û hikûmet dest bi diyalog û ...
Li Bakur kurd ji bo yekitiyê dicivin
Di navbera 17-18ê îlonê de li ser banga BDP, KCD, HAK-PAR û KADEPê 183 akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ji bo "Yekîtiya Neteweya Kurd" ...
Encama "Konferansa Kurdistanî" eşkere bû
 "Konferansa Kurdistanî ya Tirkiyeye" ku di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Demokrasiya Beşdarî (KADEP) û Partiya Heq û Azadiyan ...
Li Culemêrgê û Mêrdînê Dezgehên sivîl dengê xwe bilin kirin
Jina Kurd ji bo sekinandina şer gotina dawî got û kemika li serê xwe avêt erdê...
Bila Hikûmet Xwedî Li Aştiyê Derkeve
Siyasetmedar, mafperwer û rewşenbîrên Kurd, derbarê girtina endamên Grupên Aştiyê de reaksiyon pêşan dan û peyama ‘’Xwedî li aştiyê derkeve’’ dan hikûmetê. Yek ji kesên ku di hatina grupên aştiyê de rolekî girîng dît û siyaset lê hatiye qedexekirin Ahmet Turk, banga ‘’aqilekî hevbeş û diyalogê’’ kir....