Malper | Çalakî | Ciwanên kurdên Sûriyê li derve (ASKYA)

Ciwanên kurdên Sûriyê li derve (ASKYA)

Beyanname ji Kombûna Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve (ASKYA)




Kongira Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve hat sazkirin ji ber têgihiştina bi girîngiya serdema me û pêdiviya encamdan û yekxistina kedan, bi armanca piştevanî û alîkariya şoreşa sûrî ji hemû aliyan ve û alîkariya çalak ji bo serketina wê, li nik pêşkêşkirin û pejirandina projeyên hevparane di dema dirêjxayen de bo xizmetkirina armanc û awatên hevbeş piştî têkçûna dîktatoriyê, ango avakirina Sûriyaya nû li ser hîmê sîstemeke sivîl a demokrat ku tê de rêz li maf û rûmeta mirov bê girtin.

Kombûna Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve (ASKYA) ya ku di kongir de hat damezirandin, ne rêxistineke xwedan pêkhateyeke pîramîdal î kevneşop e, belku toreyeke jîndar a dînamîk e ku têdikoşe bo aktîvkirina şiyanên ciwan ên kurd li her warekî derveyî welat, û ragîrkirina pêwendî, hemahengî û hevkariya di navbera wan de. Di vê kontekstê de, em ASKYA wek alternatîf bo kesekî raçav nakin, belku ew kombûneke azad e ku li ser bingeha xwezkariyê hatiye sazkirin, û rê vedike berdem sûdwergirtina ji şiyanên ciwan di hemû cûrên pêkan ên çalakî û livan de.

Wek bawerî bi prînsîpa zelalî û aşkerebûna di kar de, em radigihînin ku Kongira Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve desteyeke rêvebir a ASKYA hilbijart ku ji heft endaman pêk tê: Brahîm Mîro (Holenda), Ciwan Elî (Êrlenda), Ferhad Ehmê (Elmanya), Hîm Omar (Belcîka), Kawa Mihemed Emîn (Herêma Kurdistana Iraqê), Mihemed Seyda (Swêd) û Mesûd Eko (Norwêj). Di civîna yekemîn a desteya rêvebir de Ferhad Ehmê wek kordînator hat hilbijartin.

Li vir girîng e tekezkirina ku dergehên ASKYA wek toreyeke azad, vekirî ne li berdem hemû şiyanên ciwan ên kurd li derve, û herkesekî ku bixwaze beşdarî bike di pêşxistina vê çarçeweyê de û di bercestekirina armancên wê de. Di heman demê de, dê ASKYA kar bike ser pêwendî û hemahengiya li gel hemû bizavên sûrî li derve, bo hevkariya di xizmeta şoreşê û avabûna Sûriyayeke sîvîl a demokrat de.

Em herweha bi girîng dizanin ku van xalên jêrîn cardî bînin ziman:

1) ASKYA, li gor biryarên Kongira Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve, amadebûna xwe dide pêşandan bo pêşkêşkirina hemû rengên piştevanî û alîkariyê bo bizava ciwanên kurd li hundir, ji bo serkeftina şoreşê û bicîhatina armancên we yên berçav.

2) ASKYA dema ku rêz li taybetmendî û xweseriya biryara bizavên ciwanên kurd li hundir digire, ew di heman kat van bizavan han dide ber bi labirina kospên li berdem yekgihiştina wan di çarçeweyeke giştî de, û amade ye ku alîkarî bike bo ragihiştina bi vê armanca lezgîn.

3) ASKYA dema ku ji taybetmendiya kurdî dilive, ew di heman demê de çext dike li ser biratî û hevçarenivîsa Kurd, Ereb, Aşûrî û pêkhateyên dî yên welat, û xwe beşekî bingehîn dibîne ji bizava niştimanî ya sûrî ya giştî, û pabend dimîne bi bîrdoz û armancên şoreşê.

4) ASKYA çext dike li ser girîngiya aktîvkirina rola hebûna kurdî ya sûrî li derve daku bikaribe bi rola xwe rabibe di peydakirina destek û dilsojiya li gel şoreşa sûrî de li welatên cihê, û pêşkêşkirina rengên piştevanî û alîkariyê, bi taybetî ya diravî, bo bizava ciwanan.

5) ASKYA çext dike li ser girîngiya handana jina kurd ber bi beşdariya di bizava giştî de daku bikaribe cihê guncaw bi xwe dabigire, û ew di vê derbareyê de bang li keçên kurd dike ku xwedî li berpirsiyariya xwe derbikevin û bihêzane tevî vê bizavê bibin.

Di dawî de em bi germtirîn û dilsoztirîn silav berê xwe didin ciwanên qehreman ên me yên sûrî, û bi bilind dinirxînin têgihiştin û berpirsiyariya bilind a wan beramber bi vê serdema me ya hestiyar, dema ku ruxandina rêjîmê û serkeftina şoreşê dane pêş xwe, ji ber ku ew dergeha rasteqîn e ya avakirina Sûriyaya sivîl a demokrat, a ku awat û berjewendiyên hemû hemwelatiyên xwe misoger dike, dûr ji bîr û baweriyên wan; dewletek ku tê de çareyên guncaw bên dabînkirin bo hemû kêşeyên wê, li gel danpêdana destûrî bi hebûna gelê kurd û çareserkirina doza wî bi şêweyekî demokrat î rewa di çarçeweya yekîtiya xaka welat de.


Kombûna Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve (ASKYA)
13 îlon 2011

Pêwendî: askya2011@gmail.com


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Sînemxan Bedirxan li gel Pira Bakûr û Başur (Video)

Hevpeyvîna Sînemxan Celadet Ali Bedirxan li gel bernameya Pira Bakûr û Başur ...



PKK Ala Kurdistanê naxwaz e
Rêxistinên ciwanên Kurd di 2’emîn konferansa neteweyî ya ciwanên Kurdistanê de ku li bajarê Hewlêrê hat sazkirin, li ser wê yekê negihan encamekê ku pêşniyarên ...
Li Rojawayê Kurdistanê 2 ciwanên kurd hatin kuştin
Li gorî çavkaniyên nûçeyên li Rojawayê Kurdistanê de, îro dû ciwanên kurd ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyeyê ve hatin koştin.Çavkaniyên han eşkere kirin ku, di ...
Ciwan Haco: Ciwanê welatê xwe...
Ciwan Haco � Ciwanê welatê xwe...19 Adar 2011 şemî Saat 22:59Di 19ê meha adarê (du roj berî Newrozê) filmek dokumenter bi navê «Li ser rêya ...
Haco li gel Avşar stranekî bêje
Hûnêrmendê bi nav û deng, dengê cuda yê muzîka kurdî Ciwan Haco albûmek nû amade dike. Ciwan Haco di vê albûma xwe ya nû de ...
Ciwanên Swêdê Kurdistaneke azad qebûl kir
Stockholm 8/8/2011- Yakêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên Swêdê di kongreya xwe y avê dawiyê de serxwebûna Kurdistanê pjrand. Di rojên 2-5ê vê mehê de Yekêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên swêdê ...