Malper | Çalakî | Sîmînara “kurd û siyaseta derve ya DYA” pêkhat

Sîmînara “kurd û siyaseta derve ya DYA” pêkhat


Dezgeha Aras a Çap û Belavkirinê, duhî, di sîmînarekê de pirtûka “kurd û siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)” bi xwendevanên xwe da naskirin.

Pirtûk ji hêla lêkolera Yonanistanê Mariana Kharudaka hatiye nivîsandin û yekemîn çapa wê di sala 2009an de ji hêla Dezgeha Extra ya Brîtanyayê ve hatiye belavkirin û Mamkak ji ingilîzî wergêrandiye bo ser zimanê kurdî.

Di sîmînarê de ku li hola Dezgeha Aras li bajarê Hewlêrê hate sazkirin û hejmareke mezin a xwendevan, rewşenbîr û berpirsên hizbî û hikûmî amade bûn, destpêkê Birêveberê Dezgeha Arasê Bedran Ehmed Hebîb got:

“Ev pirtûk 85emîn pirtûke ku di heyama 8 mehên borî de ji hêla Dezgeha Aras ve hatiye çapkirin, di sala borî de me 153 pirtûk xistine nav pirtûkxaneya kurdî de, cihê şanaziyê ye ku ew pirtûka girîng ji hêla me ve daneya wê ya kurdî tê belavkirin.”Mariana Xarudaki

Mariana Kharudaka (29 sal), li paytexat Yonanistanê Athens kar dike û di vê derbarê de got, “Di pirtûkê de min fêde ji gelek jêderan kiriye û min gelek hevdîtin digel berpirsên kurd û DYAYê pêk anîne.”

Ji bal xwe ve, Berpirsê Têkiliyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî got, “Ew mijar, mijareke kartêkere û wê yekê nîşan dide ku Herêma Kurdistanê tevî ku hikûmeteke wê ya serbixwe tune ye, lê kartêkirin û hevsengiya wê di asta têkiliyên navdewletî de heye.”

Her wiha rojnamevana Holandayê Eodat Naureng amaje bi girîngiya wê pirtûkê da, lê di wê baweriyê de bû ku çend pirsên girîng hene ku heta niha kurdan lêkolîn li ser nekirine ku mijarên gelek hestyarin wek têkiliya kurdan digel welatên Ewropayê.Hemn Hawrami

Naureng bal kişand ku piraniya xelkê Ewropayê zanyariyên wan li ser Herêma Kurdistanê tune ne û wek Iraqê temaşayî wê dikin û nizanin ku ew navçe cudaye ji Iraqê û gelek aram û ewlekar e.

Ji bal xwe ve, Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, “Berê têkiliyê DYAyê digel kurdan di warê mirovatiyê de bûn, lê îro serkirdeyên bilind ên kurd wek desthilateke bihêz di siyaseta Iraq û Rojhilata Navîn de rolê wan heye.”

Li hember dîroknivîsê kurd Kemal Mezher got, “Divê her kurdekî li dinyayê wê pirtûkê bixwîne û hejmareke bêtir jê were çapkirin.”

Mariana Kharudaka di daxuyaniyekê ji AKnewsê re ragihand, “Di heyama 3 salan de min pirtûk nivîsand û bêtirî sal û nîvekê bi tenê min jêder didan hev.”

Derbarê yekemîn çapa pirtûka wê jî, Kharudaka got, “Di sala 2009an de li Brîtanyayê hate belavkirin û firotina wê gelek bû, ev pirtûk puxteya diktoraya min e ku bo Peymangeha Lêkolînên Erebî û Îslamî di zanîngeha Exeter de hatiye pêşkêşkirin.”

(AKnews)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Berpirsên kujerê erdheja Wan ê kîne? (Video)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebirê bernamê rojnamevan Cemal Batun de erdheja Wanê û pêvajoya Kurdistan û Rojhilata Navîn şîrove dikin û derencamên wê dinirxînin. ...



Berhemek nû ya A. Xanê derket holê
Pirtûkek nû ya Ahmedê Xanî derket holê. Li gora ku hatiye ragihandin, li bajarê Konyayê  di bin mizgehftekî di bodrumê de pirtukek hatiye dîtin ku ...
Li welatekî cengî da, girîngiya hevkarî û avakirina pirtûkxaneyekî nû
Piştî ku ez gihiştim Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, min serdana çend pirtûkxaneyekî kir. Lê belê ewê ku li ji bo min balkêş bû ewe bû ku wan hê jî bi kataloga kartî muameleyê dikirin û gelek tiştên pirtûkxaneyê dema wan derbas bûbû û kevin bûn. Her wiha, wek hinek welatê dinê rojhilata navîn, pirtûkên nû ku bi kar dihatin û rafên wan girtî bûn. ...
Sincarî dibe berpirsê Îstixbarata Iraqê Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê (HK) ya di Parlamentoya Iraqê de Mueyîd Teyîb ragihand ku Serokatiya Dezgeha îstixbarata Iraqê ji bo kurdan yekalî bûye.Muayad Teyîb li ser ...
Du berendam ji bo serokatiya îstixbarat a Iraqê hene
Şîretkarê Nûrî Malikî yê ji bo kar û barên herêma Kurdistanê ragihand, ku posta serokê dezgeha saloxegerîya(Istixbarat) Iraqê jî Kurd re yekalî bûye û niha du berendam ji bo wergirtina vî cihî hatine destnîşankirin û dê heta dawîya vê heyvê, guft û goyên fermî di vê derbarê de berdewam bibin....
Hêjmara nû ya Le Monde kurdî derket !
Hejmara çileya pêşîn ya Le Monde diplomatique kurdî derket !...