Malper | Çalakî | Serok pêşwaziya balyoz û fermandeyê hêzên Amerîkayê kir

Serok pêşwaziya balyoz û fermandeyê hêzên Amerîkayê kir

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya James Jeffery Balyozê Emerîka li Iraq û General Lloyd Austin Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê û şandekî li gel wan kir.


Li hevdîtinê de her yek ji Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê, encama danustandinên di navbera her du Hikûmeta Federala Iraq û Emerîkayê ya sebaret bi pirsa mayîna hêzên Emerîka li Iraqê bi mebesta meşq û rahênan û heman demî de dîtin û nêrînên hêz û aliyê siyasiyên Iraqê jî derbarê vê pirs û meseleyê, ji bo Serok Barzanî xiste rû.

Guftûgokirina gîr û giriftên di navbera Dewleta Yasa û lîsteyên din, mijareke dinê vê hevdîtinê bûn ku têda Serok Barzanî ronahî xiste li ser civîna dawiya birêz ya li gel nûnerên gelê Kurdistanê li Bexda bi hemû hêz û aliyên siyasiyan ve û tekez jî li wê yekê kir ku ji bo çareserkirina gîr û girft û pirsan, pêwîste hengavên emelî û kiryarî ji bo bi cîhkirina rêkkeftinameyên di navbera aliyê siyasiyên Kurd û Dewleta Yasa de bê avêtin û girêdayîbûna gelê Kurdistanê jî bi destûra bingehîna Iraqê û rêkkeftinameya Hewlêr dûpatkir û ragihand ku pêwîste Dewleta Yasa jî girêdayî wan bibê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê, tekez li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya siyasiya li Iraqê kirin û girêdayîbûna Hikûmeta Emerîka jî ji bo hebûna Hikûmetekî Federal û demokratîk li Iraqê da dûpat kirin.

Her wiha li dawiya hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û pêşketinên dawî ya hinek ji welatên Erebî, hatin axaftin û bîrura jî li vî derbarî de danustandin kirin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Helebçe Mirinên Bêhn Sêvî (Video)

Belgefîlmek li ser Helebçeyê li televizyona TRT6 de bi navê Helebçe Mirinên Bêhn Sêvî hate belavkirin...



Barzanî û Oderno pêwendiya Kurd û Emerîkayê nirxandin
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Raimond Oderno Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraq kir...
Serok pêşwazî li Biden kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr, pêşwazî li birêz Joseph Biden Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka û şanda li gel kir ku ji birêz William Bernz Cîgirê Wezareta Derveyê Emerîka û James Jeffrey Balyozê Emerîka li Iraq û General Luîd Ostin Fermandeyê Hêzên Emerîka li Iraq pêkhatibûn....
Serok digel sefîr û fermandarê hêzên Amerîkayê civiya
          Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li James Jeffrey balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîka û general Ostin fermandeyê hêzên wî welatî ...
Serokê Kurdistanê pêşwazî li şanda Koşka Spî kir
Li hevdîtinê de ku Dr. Roj Nurî Şaweys Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê li Bexda û Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêm û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, li ser pêvajoya siyasî û berbestên rêya demokratî û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin. ...
Serokê Kurdistanê pêşwaziya Biden kir
`` Wekî serkirdeyekî bihêz ku şanaziyê bi gelê xwe dike û gelê wî jî şanaziyê pêve dike û herdem pabende bi wan prensîpên ku bawerî ...