Ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe diyar kirin
Ev deqê daxuyaniyê ye:
Endamên çapemeniyê yên hêja,
Dewletê û PKK hevdîtin pêktianîn lê di cih de pêwendî qut bûn.Rewşa aram têk çû û warê aşitiyê xirab bû. Ji aliyekî dewlet ji aliyek din PKK û derdora xwe, tundiyê zêde dikin.Leşker, polis ,yên li çiya û xelkê sivîl tê kuştin.Eve qerneke ku pirsa kurd bi tundî û şer nayê çareserkirin. Em herkesê ku tundiyê dike û dixwaze tevliheviyê bikin şermezar dikin.Em carek din pêşniyarên xwe ji bo çareseriyê pêşkêşî raya giştî dikin.
1- Divê BTP herê parlementoyê û sund bixwe. Çihê gotûbêj û çareseriyê Parlementoye.
2- Bila hevdîtinên dewletê û PKK-ê berdewambin.
3- Divê PKK li gel çekên xwe, xwe radestî hukumeta herêma Kurdistanê bikin.
4- Bila komiteyek adil, di bin çavderiya hukumeta Kurdistanê, Yn û daxgehên mafên mirovan de bête damezirandin.
5- Divê zûtirîn dem dezgehên sivîl yên dijê tundiyê werin ba hev û pirsên çareseriyê gotubêj bikin.
6- Divê komisyona kesayetên zana û rêspî bête avakirin.Li Diyarbekir ji rewşenbiran, ji kesayetên olî û ji dezgehên sivîl komiteyek ya aşitiyê bête avakirin.
7- Bila komiteyek ji dayikên leşker, polis û gerilan bête çêkirin.
Em bangî hemû dezgehên sivîl, partiyên siyasî, rewşenbîr û gel dikin ku guh bidin vî dengê me.
Bi navê Gruba Diyalogê ya Dicle û Firat
Serok
Muhittin Batmanli

Nêrîn (1 nivîsand):
Ez ne Apoyî me û Apoyiyan wekî welatparêz jî nabînim. Lê di nava PKKê de welatparêz hene, hemî jî mirov û xizmên me ne. Ew ji bo azadiya me derketine serê lûtkeyan.
Hêjano, xalên tên tê fêhmkirin lê teslîmbûn, niyeta vê komê jî dide der. Ev kom xuyaye xêra kurdan naxwaze. Ji xwe ev Hizbûllah û yên din in ku vana bi navê Xwedê hezaran kurd kujtin.
Her kes rastiyê dizane.
1-) Tirkiye bila statûya kurdan nas bike, bigre bin garantiya destûra bingehîn.
2-) Perwerde bi zimanê zikmakî
3-) Pêshîlêgirtina pishavtinê (vegerandina navê gundan ûêd).
4-) Rêdana vegera kurdan ji metropolên Tirkiyeyê û careserkirina pirsgirêkên kurdên gundên wan hatine rûxandin.
Ez dirêj nekim.
Bila Roma Barbar hela carê vana bike û pashê were. Bila kes jî eqil nede kurdan, eqil bide xwe.
Ga ket kêr pirr dibin.
Bextê Romê nîne.
We tirkek dît an bikujin, an jî birevin.
Nanê tirkan li ser chokên wan e.
Nêrîna xwe birêke