Malper | Çalakî | Peyama Barzanî di konferensa Qazî Mihemed hat xandin

Peyama Barzanî di konferensa Qazî Mihemed hat xandin

Koma Diyalogê ya Dîcle û Firat ji bo damezrênerê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed li Diyarbekirê konferensek lidar xist. Di konferansê de Felakedîn Kakayî şêwirmendê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Prof. Şukriye Resul, li ser nave 5 partiyên kurd ên Başurê Rojava Mele Seyîd Beşîr, Nivîskar û helbestvan Ehmedê Kurdî, Helbestvan Mele Îmad, Nivîskar Îbrahîm Guçlu, şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Rêvebirên BDP, HAK-PAR, KADEP û MUSTAZAF-DER-ê amade bûn.

Li ser diwarê salonê posterên serok û pêşengên kurdan Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mustafa Barzanî hatbûn daliqandin. Li aliyê din li ser maseyê wêneyên Şêx Seîd, Seyît Riza, Qazî Mihemed, Şêx Mehmûd Berzencî, Simko Axa û Xalît Beg hatbûn danîn. Di destpêka konferansê de sirûda "Ey Raqîp" hat xwendin. Di dema xwendina sirûdê de hemû beşdarên konferansê rêz girtin. Piştre Ehmedê Kurdî ji bo bîranîna Qazî Mihemed helbestek xwend.

Muhîttîn Batmanî rêvebirê Koma Diyalogê ya Dîcle û Firat axaftina vekirinê kir. Batmanî sipasiya hemû beşdaran kir û da zanîn ku Qazî Mihemed ji bo wan rêberekî herî navdar e û got: "Roj roja yekîtiya kurdan e. Em jî wek ereb, tirk û farsan mafên xwe yên demokrtîk dixwazin."

Peyama serokê Kurdîstanê Mesûd Barzanî ku ji bo konferansê şandibû ji aliyê şêwirmendê wî Felakedîn Kakeyî ve hat xwendin. Herwiha ji bo bîranîna Qazî Mihemed, Mele Îmad, helbestek xwend. Şaredar Abdullah Demîrbaş jî axaftinek li ser dîroka kurdan kir. Rêvebirên partiyên siyasî jî her yekî ji wan axaftineke kurt kirin.

Mamoste Varoj Têllo, li ser navê 11 partiyên siyasî yên kurdên rojava peyamek xwend. Li aliyê din li ser navê 5 partiyên siyasî yên kurdên Suriyê Mele Seyît Beşîr axivî. Beşîr, li ser yekîtiya kurdan rawestiya û got: "Êdî roj roja yekîtiya kurdan e. Pêwîst e kurd li her çar parçeyên Kurdîstanê hev bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin. Da êdî kurd xwe ji jêr desthiladariya dewletên nijadperest rizgar bikin."


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serokê Kurdistanê li kongreya WFDY (Video)

Gotara Serokê Kurdistanê ya li Kongreya Yekîtiya Xortên Demokratê Cîhan(WFDY) li Hewlêr ...



Lîsteyekî din ji navan Kurdwatchê belav kir
Lîsteyekî din ji navan Kurwatchê belav kir! Berî demekê malpera kurdwatch www.kurdwatch.org lîsteyek ji navan ji bajarê Tirbespiyê belav kiribû û gotibû ku gelek navên din ...
Bila roja îdama Qazî Mihemed bibe roja şehîdên Kurdistanê
Di 66-emîn salvegera îdam kirina Qazî Mihemed de, komek ji hêzên siyasî yên kurdî dixwazin ev roj bibe roja şehîdên Kurdistanê.Di 29ê adara berî 66 ...
Li Bakur kurd ji bo yekitiyê dicivin
Di navbera 17-18ê îlonê de li ser banga BDP, KCD, HAK-PAR û KADEPê 183 akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ji bo "Yekîtiya Neteweya Kurd" ...
Di navbera Duhok û Sûrê de peymana hevbajêriyê
Li ser daxwaznameya şaredariya Sûrê ya Amedê, serokê şaredariya Duhokê û şanda ligel serdana şaredariya Sûrê kirin û di êvara heman rojê de bi merasîmek  ...
17'ê Rêbendan
17'ê Rêbendan Di sala 1946’an û di rojekî wekê îroyê de Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji aliyê artêşa Îranê we hatiye hilweşandin. Di nava sedsala 20 an ...