Yekemin kongreyê kurd ê cîhanî dicive
Di dawiya vê heftiyê di navbera roja 9-11-ê mehê de, yekemin kongreyê kurd ê cîhanî li Holanda dicive. Ji çar aliyên cîhanê kurd û ji miletên din, Siyasetmedar, rewşenbîr, akademisyen , nivîskar û kesayetên civatê de nas tevlî vê kongreyê dibin.
Ji her çar beşên Kurdistanê û ji welatên wek, Amerîka, Brîtanya, Kanada, Swêd, Norwec, Finlandiya, Îrlanda, Almanya, Fransa, Venezuela û Kore kesayetên navdar wê behsa stratejiya demek dirêj bikin.
Kongre roja yekê bi axavtina parlementera Diyarbekirê Leyla Zana vedibe û dest xebata xwe dike. Kongre 3 rojan dewam dike. Dê van hersê rojan de li ser rewşa Kurdistanê a siyasî, civakî, tenduristî, perwerde û kominikasyonê bête axavtin.
Bi kurtahî di kongreyê de li ser hemi aliyên civatê ji aliyê pisporan ve agahdarî bête dayin û nirxandinên zanyarî çêbibin.

Nêrîn (1 nivîsand):
Em li kongrêya PDK yê 13-mîn Li hewlêrê bi hevra bûne nas. We gilî dabu wekî hemu kongrê û civîna kurdên Azerbaycanê dewet bikin. Lê Miqabin em dîsa ji bîra we derketine.
Em kurê Azerbaycanê wera serkeftinê dixwazin. Têl:00994552027353, 00994503523318
Nêrîna xwe birêke