Malper | Çalakî | Kuştina Temo Li Swed hate şermezarkirin

Kuştina Temo Li Swed hate şermezarkirin

Mynttorget - Stockholm
Îro li Stockholm paytextê Swedê Kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo hate şermezarkirin. Gotara Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swed ji aliyê berpirsê Hevkariyê Şefîk Kaya ve hate xwendin. Ev deqê gotara Hevkariyê ye.



Xuşk û bira, beşdarên hêja!

Bila serê malbata Meşel Temo û serê me sax be!

Bila serê miletê kurd sax be!

Meşel Temo berdevkê fermî yê Tevgera Pêşeroja Kurd û endamê Encumena Nîştîmaniya Hevrika Sûriyê, serkirde û çalakvananê kurd di encama êrîşeke çekdarî de, roja 07/10/2011 li bajarê Qamişlo, hat şehîdkirin. Di dema veşartina terrmê Temo de çend weltparêzên din jî hatin kuştin.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, kuştina Meşel Temo û ya welatperwerên kurd bi tundî şermezar û rûreş dikin.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî piştgiriya tevgêra rizgarîxwaziya Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji bo serkeftinê em yekîtiya netewî mezin tirîn çeka miletê kurd dibînin. Herweha em piştgiriya daxwazên rewa yên hevwelatiyên Sûriyê dikin; daxwaza huriyetê, daxwazên azadî û demokrasiyê, daxwazên rûmetgirtina mafên mirovîn, daxwaza biryardana pêşeroja xwe daxwazên heq û meşrû ne. Em li Sûriyê û li tevahiya Rojhilata Navîn piştgiriya tevgêra azadî û demokrasiyê dikin.

Weke ku me gelek caran gotiye, pirsa neteweyê kurd, pirsa azadî û demokrasiyê bi şidetê û bi kuştina siyasetvanên kurd nayên çareserkirin.
Miletê kurd ne şerxwaz e, miletê kurd aştîxwaz e.

Hikûmeta Baas û rejîma Esat bi kuştina hevwelatiyên xwe nikare li ber daxazên gelan yên meşrû û rewa rê bigre.

Wek Hevkariya Hêzên Siyasî em ji muxalefeta Sûriyê daxwaz dikin ku ew  hîn di destpêkê de, girîngiya çareseriya pirsa kurdên Rojavayê Kurdistanê destnîşan bikin, pirsa çareseriya mafên kurd cidî bigrin û di qanûna bingehîn ya Sûriyê de cîh bidine çareseriya pirsa kurd.

Careke din em terorkirina Meşel Temo bi tundî şermezar û rûreş dikin.

Şehîdên kurd û Kurdistannê nemirin!

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!

Bijî kurd û Kurdistan!

09/10.2011

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ

rojevakurd_497639794.jpg


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li gel mamoste û xwendekarên zanîngehên Kurdistanê (Video)

Barzanî li gel mamoste û xwendekarên zanîngehên Kurdistanê ...



Tirkiye kuştina Temo şermezar kir
Wezereta derve ya Tirkiye kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo şermezar kir. Wezereta derve ya Tirkiye di derbarê kuştina Mişel Temo de daxuyaniyek belav kir û di ...
Washington kuştina Temo şermezar kir
Li gorî ajansên nûçeyan, çavkaniyên nêzîkî Temo ragihandine ku duhî êvarî, çend çekdaran êrîş birine ser mala ku Temo tê de bû û ew di ...
Kuştina Mişeel Temo kuştina azadiyê ye!
Daxuyaniya Komelgeha Kurdên ji Sûriyê li Berlîn-Brandenburg...
Hevkarî komkujiya Qilebanê şermezar dike
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊEM KOMKUJIYA ŞÎRNEXÊ BI TUNDÎ RÛREŞ Û ŞERMEZAR DIKIN! Ji bo Raya Giştî: Mixabin, balafirên cengî yên ...
Serokayetiya Kurdistanê bi tundî terorkirina Temo şermezar dike
Serokatiya herêma Kurdistanê bi tundî kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo şermezar kir. Ev jî daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê ye...