Gul pêşwaziya Zêbarî kir
Wezîrê Derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî serdana xwe ya Tirkiye de gelek bi germî hate pêşêwazî kirin. Li Enqere serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul gelek bi germî pêşwaziya Zêbarî kir. Zêbarî û şanda pêre li qesra Çankaya ji aliye serokkomarê Tirkiye Gul ve hatin pêşwazîkirin û civînek berfireh di navbera şandê herdu welatan de pêkhat.
Piştî hevdîttina li gel Gul, êvarî jî wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu li ser şerefa Zêbarî şîvek da.
Li serşîvê rewşa welatên Ereba û bûyerên li Rojhilata Navîn piralî hatin nirxandin. Îro jî piştî Enqere Hişyar Zêbarî serdana Stanbulê dike û li Stanbulê jî li gel serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinekî pêktîne.

Nêrîn (1 nivîsand):
Serokkomarê Îraqê, fermandarê artêsha Îraqê, gelek wezîr ûêd kurd in. Chi dikin ev kurd?
- Bo axa welêt a dabirrayî chi kirine?
- Bo parvekirina dewlemendiyên Îraqê chi kirine?
Siyasetmedarên Bashur (serok Barzanî, Mehmûd Osman û chenên din ne tê de) teral in, erebhez in.
Siyasetmedarên Bashûr feodal in, pasverû ne. Bo xelkê qurban in, bo gelê xwe "efendî" ne.
Ev tabloya, ev wêneya jor li kurdan heqaret e. Nivhsên nû dê van kesana rexne bikin.
Heger dewleta xwînxwar Tirkiye dixwaze PKKê derîne bila berê ji Bakur derîne. Ev hemî derew in.
PKK rojekê ji Bashûr derbikeve dê îcar jî bo tirkomanan Bashûr bombebaran bikin.
Siyasetmedarên Bashur dil bikin, bi zanebûn û eqil sûd ji PKKê werdigirin. Gelek rê û derfetên wê hene.
Lê ji kê re dibêjin.. Xema siyasetmedarên Basûr nîne. Cher hebe maesh û parekanê wan tên.
Nêrîna xwe birêke