Malper | Çalakî | Li Duhokê alayê Îraqê înan xwarê

Li Duhokê alayê Îraqê înan xwarê

Berpirsê ragihandinê yê Koma Parastina Alayê Kurdistanê Çekdar Etroşî diyar kir ku,  weke bersvek bo fermana serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ya daxistina alayê Kurdistanê li devera Xaneqînê, wan 2 alayên Iraqê li Duhokê daxistine.

Çekdar Etroşî ji AKnewsê re got:
-  Me li Duhokê, li du cihan, alayê Iraqê anî xwarê, yek Benzînxaneya Zerîland û ya din jî Hotela Resen bû.

- Divê Malikî bi fermî daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bike û biryara xwe jî paşve bikşîne. Heke wisa neke, dê çalakiyên tundtir jî pêk bînin û divê di nav 48 saetan de lêborînê bixwaze.

- Heke serokwezîr Iraqê daxwaziyên me pêk neyîne, em dê ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxaz kin ku ji Malikî bixwaze lêborînê ji welatiyên herêma Kurdistanê bixwaze.

Koma Parastina Alayê Kurdistanê ya Duhokê sala 2007ê hatiye avakirin û karê wê parastina Alayê Kurdistanê ye.

Wek tê zanîn, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, nameyek ji waliyê Diyalayaê re şand bû daxaz jê kir bû ku alayê  Kurdistanê li ser bane saziyên hikûmetê li Xaneqînê bînin xwarê . Lê qaymeqamê Xaneqînê ev yek red kir û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pişgiriya xaneqîniyan kir.


Nêrîn (2 nivîsand):

Balagesh di 14/10/2011 10:23
avatar
Her bijî. Tirk, ereb û ecem bêjin Xwedê yek e, bawerî bi wan nabe.

Sûreya Alî Îmran de ayetek heye: "Heger yekê di meha heram Zilqadeyê de bi we re miameyelekê kir, hûn jî bi heman reng û awayê bersivê bidin".

Bes baweriya bi Zebarî û ew kurdên li Bexdayê di hikûmetê de ne, nîne. Zik berdidin, ji ereban erebtir in.

Zebarî di medyaya tirkan de pesnê Malikî dide, dibêje "serokê me Malikî ferman daye, em ê dawî li PKKê bînin, chi alîkarî hebe dê bidin Tirkiyeyê".

Malikî jî alaya kurdan qedexe dike.
Thumbs Up Thumbs Down
1
B.Alan di 14/10/2011 18:20
avatar
Maliki weku zilameki nijadperesté Ereb hildana alaya Kurdistané li xaneqíné qedexe biké,ev ti$tek normale ,Maliki ne kuré bavé meye,u helbet ew ne xérxwazé Kurde,lé ya heri ecéb u cihé mixabiníyé ye,ku partíya KARKERÉN Kurdistané u alígirén wé li HEMU Kurdistané hildana Alaya netewí qedexe kiri ye!!.Gelo hun vé &awa $írove dikin?.
Thumbs Up Thumbs Down
1
Serhev : 2 | Nîşan : 1 - 2

Nêrîna xwe birêke comment

Serok Barzanî li gel xelkê Koyê 18.09.2011 Video

Serok Barzanî li gel xelkê Koyê 18.09.2011...



Hikûmetê piştgirî da Xaneqînê: Alayê Kurdistan danakeve
Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê, daxistina alayê Kurdistanê li ser banê dezgehên hikûmî yên Xaneqînê qedexe dike, lê qaymeqamê Xaneqînê vê biryara Malikî red dike. Hikûmeta ...
Hikûmeta Îraqê alayê Kurdistanê qebûl nake
Li gor çavkaniyên rojnameye Hawelatî, hikûmeta Îraqê waliyê Diyalayê agadar kiriye ku hemû alayên Kurdistanê li ser îdare, sazî û avahiyên hikûmî bînin xwarê, ”ji ...
Ew jî endamê Ergenekone
Di çarçoweya lêpirsina Ergenekonê de belgeyên li ser têkîliyên PKK û Ergenekonê yek bi yek derdikevin holê. Li gorê nûçeya rojnameya Tirk ya Haberturkê Mîr Alay ...
Serok Barzanî: Nurî Malikî şaş e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî nerazîbûn nîşan da û avakirina herêmek din a federal li Iraqê bi gaveke ...
Amerîka û Îran dixazin Malikî bimîne
Berpirsekî pilebilind ê kurd li Bexdayê, diyar kir, di civîna Hewlêrê ya rayedarên Iraq û Kurdistanê de, behsa dûrxistina serokwezîr Nûrî Malikî ji kar hatiye ...