Li Qamîşlo 20.000 xwepêşander
Li Surî li bajarên cuda cardin piştî mêja înê xelk daketin kolana û dijê rejima Esad dest xwepêşandanan kirin. Cardin wek her car hêzên ewlehiya Surî bi tundî êrîş birin ser xwepêşandanan û cardin xwîn rijandin. Li gora çelakvanên Surî radigihînin di xwepêşandanan de 11 kes ji aliyê hêzên ewlehiya Surî ve hatine kuştin.

(Wene: Ji mediakurd)
Di xwepêşandanên roja înê de li bajarên Surî pişgiriya Qamîşlo dihat kirin. Li Humsê xwepêşandanan sloganên `` Bi can bi xwîn em tera Qamîşlo`` avêtin. Di vê şerşovê de xwepêşandanên roja Înê wek pişgiriyek ji Qamîşlo hatin nirxandin.
Herweha roja Înê xwepêşandana heta niha herî girsehî li bajarê Qamîşlo pêk hat û zêdeyî 20 hezar kes di xwepêşandanan de amade bûn. Di xwepêşandanê de ala Kurdistanê û weneyên Mîşel Temo hatin rakirin.

Nêrîn (0 nivîsand):
Nêrîna xwe birêke