Malper | Çalakî | Bibîranîna Kerîm Husamî

Bibîranîna Kerîm Husamî

Li Stockholmê paytextê Swedê, di dehemînsaliya koça dawîn de, Mamoste Kerîm Husamî hat bibîranîn. Gotara Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swedê ji aliyê berpirsê Hevkariyê Şefîk Kaya ve hat xwendin. Ev deqê gotara Hevkariyê ye.

Gotara




Rêzdar Komîteya Amadekar,
Rêzdar endamên malbata Gorbehişt,
Rêzdaran hevrê, dostên û hogirên Kerîm Husamî,
Amadebûyên hêja,
Bi rêz û silavên birayetiyê…

Em spas dikin ku we em vexwendine bibîranîna dehemînsaliya koça dawîn ya siyasetmedar, rewşenbîr û nivîsevanê mezin, fedakar û canfedayê têkoşîna azadî û demokrasiyê, Mamoste Kerîm Husamî.

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî di dehemînsaliya koça dawîn de Mamoste Kerîm Husamî bi rêz û rûmet bibîr tînin.

Bêguman Kerîm Husamî hem di warî siyasî de û hem jî di warê rewşenbîrî de yek ji zanayên gelê kurd yê herî pêş bû. Gorbehişt di encama xebateke dûrûdirêj de, ji gelê kurd re xebatên hêja û nimûnedar hiştine. Mamoste bi qelema xwe ji zimanê kurdî yê xweş û şêrîn re xizmeteke mezin kiriye.

Kerîm Husamî Kurdistanî bû, wî di xebata xwe ya siyasî de tu ferq nedixiste navbera herçar beşên Kurdistanê.

Her partiyeke siyasî ku ji dilûyeqîn ji bo Kurdistanê xebat bikira kêfa Kerîm Husamî ji wê partiyê re dihat.

Mamoste Husamî, bi xebata siyasî û rewşenbîrî ango bi xebata xwe ya pirralî dîroka rewşenbîriya miletê kurd û ya tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê dewlementir kiriye.

Em wek komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, qedrekî bilind didine xebata mamosteyê hêja, em li xebata gorbehişt xwedî derdikevin û bi dilgermî diparîzin.

Herwiha em hêvîdar in ku Kerîm Husamî bi xebata xwe ya giranbiha ve, digel hemû xebatkar û xwegoriyên doza miletê kurd ya rewa û pîroz, ji aliyê neteweyê kurd ve nehên jibîr kirin. Cîhê wan di dîroka me de berztir bibe û herûher qedrê wan û yê xebata wan a hêja bi rûmet û rêzdarî bihê girtin.

Rêzdaran, hevwelatiyên hêja,

Em bi têkoşîn û xebata ji bo gihîştina armanca pîroz, bi xebata ji bo bidestxistina mafê çarenûsa miletê kurd, dikarin giyanê Mamoste Kerîm Husamî û yên hemû xwegorî û şehîdên kurd û Kurdistanê şad bikin.
Careke din em Mamoste Kerîm Husamî bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Bila giyanê wî şad, cîhê wî behişt be!
Digel rêz û silavên Birayetiyê.


15.10.2011
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ





Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Şivan bi stranekî pişgirî da serhiladana gelê sûrî(Vîdeo)

Hûnermendê kurd yê navdar Şivan Perwer stranek ji bo pişgiriya xwepeşandarên Sûrî pêşkêş kir....



Gotara hevkariya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî
Gotara komiteya hevkarî ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanê li Swed ji aliyê serokê Hevkariyê Şefik Kaya ve hate xwendin...
Peyama sersaxiyê
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HEZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWEDÊ Peyama sersaxiyêJi boPartiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Rêzdar malbata şehîd Nesredîn Berhik, endamê polîtbûroya ...
HEVKARÎ: Şoreşa Îlonê mezintrîn şoreşa kurd bû
Gotara Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnêneratiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê, ji aliyê serokê Hevkariyê Şefik Kaya ve hate xwendin....
Peyama sersaxiyê
 KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ  Peyama sersaxiyê Ji bo Malbata Elî Dînler, Rêzdar malbata gorbehişt, Nûçeya koçkirina dawîn ya Elî Dînler sekreterê berê ...
Sersaxiya wefata Hemail Xanê- Komita hevkariya hêzên siyasî li Swed
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊPeyama sersaxiyêBi navê Xwedayê mezin û mîhrîban!Ji bo Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd BerzanîJi ber koça ...