Malper | Çalakî | Civênek matemî ji bo Mîşel Temo li Stockholmê pêkhat

Civênek matemî ji bo Mîşel Temo li Stockholmê pêkhat

Îro civînek matemî ji bo siyasetmedarê kurd  Mîşel Temo li stockholm a paytextê Swêd hate darxistin. Nûnêrên partiyên kurd  yên rêxistina Swed, siyasetmedar û rewşanbîrên kurd di civîna matema Mîşel Temo de amade bûn. Kurd ji hemî beşên Kurdistanê di civînê de hebûn.

Li ser navê partiyên kurdên Surî li Swed Dr. Seîd Mele axaftinek kir. Herweha serokê Hevgirtina Partiyên kurd û Kurdistanî li Swed Şefik Kaya û seroka Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swed Şermîn Bozaslan di civîna Matemî de axavtinek pêşkêş kirin. Nûnêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê yê navçeya Swed jî axavtinek kir : Heniya di piraniya axavtina xwe de balkişandin li ser yekgirtî û yekdengiya kurdan.

Hevalêk  ji partiya  nemir Mîşel Temojî ji Qamîşo bi rêya telefonê gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de got, ku kujerê Mîşel Temo rejima xwînxwar ya Suriye. Herweha da xuyakirin ku ewê di rêya Mîşel Temo dayî ber wan de tekoşîna xwe heta ruxandina rejima Surî berdewam bikin.

Civîn ji aliyê Partiyên kurd li Sûriyê – Rêxistinên Swêdê, Encumena kurdên Sûriyê li Swêdê û Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hatibî amadekirin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Tirkiye kuştina Temo şermezar kir
Wezereta derve ya Tirkiye kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo şermezar kir. Wezereta derve ya Tirkiye di derbarê kuştina Mişel Temo de daxuyaniyek belav kir û di ...
Temo behsa kuştina xwe dike
Mişel Temo: ``Biryara kuştinê ya rejimê ye. Lê kesên ku pêktînin, tekez wê yên nasbin, ne yên dûr..``...
Siyasetvanê Kurd Mişel Temo û kurê xwe hatin kuştin (Vîdyo)
siyasetvanê navdar Mişel Temo ev demek bû, piştî ku ji zindanê derket, ji aliyê hinek hêzan ve dihate tehdîdkirin. Mişel Temo li Qamişlo hate kuştin. Li gorî agahiyên lezgîn yên gihiştin Avestakurd, îro li danê êvarê saet 16.00, li Qamişlo li kolana Hîzam Şebîhayên rêjîma Sûriyê êrîşî tirimbêla Mişel Temo kirin. Li gorî hate gotin di tirimbêlê de Endema Mekteba Şepola Pêşeroja li Sûriyê Zahide û kurê Mişel Temo jî, hebûn. Wan radikin nexweşxaneya Ferman. Lê, hate gotin ku Temo jiber birîna xwe ya giran şehîd ketiye û Zehîde jî, birîndar bûye. Li aliyê din ciwanên Kurd sond xwarin ku ewê xwîna Mişel li erdê nehêlin....
Kuştina Mişeel Temo kuştina azadiyê ye!
Daxuyaniya Komelgeha Kurdên ji Sûriyê li Berlîn-Brandenburg...
Swedî enfalkirina kurdan wek jenosîd dinasin
Nebez Muhemmed / Silêmanîyê – Seroka Partîya SosiyalDemokrat a Swedê Mona Sahlin, li ser serê şandeya endamên parliyamenta Swedê, ber bi bajêrê Çemçemal ve hat ...