Xaneqîniyan bi bilindkirina alayên Kurdistanê bersiva Malikî da
Duhî roja duşemiyê bi hizaran kes xelkê Xaneqînê li dijî birayara serokwezîrê Îraqê ya daxistina alayê Kurdistanê, derketin kolanan û bi xwepêşandanke dirseyê û bi bilinkirina bi hizaran alayên Kurdistanê bersiva Nurî Malkî san.
Li gor hindek çavkaniyên di dema xwepêşandanê de, xwepêşnaderekî agir berdaye laşê xwe û weke derbirîna nerazîbûnê li henber biraya Bexdayê hewila xweşewitandinê daye û bi giranî birîndar bûye.
Dilêr Hesen ji malpera Aswat Îraq re got: Nêzîkî 20 hezar kes ji xelkê Xaneqînê li dijî biryara serokwezîrî Îraqê ya daxistina alayê Kurdistanê xwepêşandan kir û yeke ji xwepêşanderan agir berda laşê xwe û bi giranî birîndar bû. Herwesa xwepêşanderan alayekê Kurdistanê bi dirêjahiya 4 metroyan bilind kir bû.

Nêrîn (2 nivîsand):
Ez banî hemû zanayên Kurd dikim, ko bibin yek! Di yek bûna Kurd da maf hemû bi destê me dikevin! Nivîskar û helbestvanê gelê netewa Kurd Feqîr Ehmed...
Hikûmetên Bashûr divê jibîr nekin ku wan sozên xwe bi gistî bicih neanîne. Axa dabirrayî lê benda azadiyê ye.
Federalî rûnenishtiye.
Xala 140. bicih nehatiye.
Axa dabirrayî azad nebûye.
Bila ala kurdî van wezîfeyan bide bîra hikûmetê.
Nêrîna xwe birêke