Malper | Çalakî | Komeleya Nûbiharê panela Melayê Cizîrî

Komeleya Nûbiharê panela Melayê Cizîrî


Komeleya Çand û Perwerdehiyê Nûbîhar, çalakiyê xwe yê çandî didomîne. Nûbihar îcar jî di derbarê mutasawûfê kurd Melayê Cizîrî de ku bi navê " Pîrê Evînê" navdar e panel li dar dixe.

Komeleya Nûbiharê, vê roja Yekşemê saet di 13.00 de li bajarê Batmanê li Navenda Çandê ya Nû de panela Melayê Cizîrî li dardixe. Mijarên panelê ev in: Di Dîwana Melayê Cizîrî de Eşq û Tesewwûf, Melayê Cizîrî û Cihê Wî di Edebiyeta Kurdî de û Tesîra Melayê Cizîrî li ser Alîmên Kurdan.

Di panelê de; Dekanê Malnişîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Serokê Beşa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Yrd. Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz wê biaxifin.

Wekîlê Serokê Komeleya Nûbiharê ya Şaxa Batmanê Medenî OGUT di axaftina xwe de wiha got: “Em ê bi xebatên xwe yê çandî gelê xwe hişyar bikin û di vê aliyê de hewl bidin. Şexsiyetên weka Melayê Cizîrî ku nirxên dînî û neteweyî di xwe de dihundurîne, emê bi gelê xwe bidin naskirin. Bi vê armancê em herkesî vexwendînin panelê. Ji vir şunda jî wê çalakiyên me yê bi vî rengî dewam bikin. Ji xeynî van çalakiyan li komeleya me qursa zimanê kurdî  dewam dike.”


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Rûpelek ji dîroka Kurdistanê-Şoreşa Îlonê (Video)

Dokumenteke dîrokî di derbarê Şoreşa Îlonê û qonaxa wê demê ya Kurd û Kurdistanê...



Xebata akademîk di Tirkî de li ser Melayê Cizîrî weşiya
  Weşanxaneya Nûbiharê xebatek din li ser xebatên xwe zêde kir û berhema bi navê “Melayê Cizîrî Divanı ve Şerhî” ku ji hêla Prof. Dr. Abdulbaki ...
Li Êlihê panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî
Li Êlihê ji aliyê Komelaya Nûbihar-DER’ê ve panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî hate lidarxistin. Komeleya Nûbihar-DER li Êlihê seat di 14.00’an de û li Salona ...
Li Sêrtê panela roja zimanê dayikê
Roja zimanê dayikê li tevayê cîhanê bi çalakiyên cewaz tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurditanê, bajarê Sêrtê jî gavek pir bi wate ...
Panela Giringiya zimanê dayîkê
Li Sêrtê Komeleya Eynê û gundên derûber ( BAĞÇEV-DER ) panelek bi navê `` Girîngiya zimanê te yê Dê`` pêkanî. Di panelîst  lêkolînvan Evdile Gürgen ...
Nûbihar li Almanyayê ye
Nûbihar li Almanyayê ye – tevî hin nivîskarên xweWeşanxaneya Nûbiharê dawîya vê mehê li fûara kîtaban ya ASTECê ye. Ji 23.12.2010 hetanî 02.01.2011yan standa Nûbiharê ...