Malper | Çalakî | Panela Melayê Cizîrî Bi Coşek Mezin Li Darket

Panela Melayê Cizîrî Bi Coşek Mezin Li Darket

 
   

BATMAN- li Navenda Çandê ya Nû Komeleya Nûbiharê Panela Melayê Cizîrî li darxist. Panel di runiştinekê de, bi xwendina Qur’ana pîroz û xwendina fatîhê li ser giyanê kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Paî vexwendina panelîstên panelê Dekanê Malniîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Serokê Beşa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz berdewamkir.

Doç.Dr. Abdurrahman Adak- Li ser jiyana Melayê Cizîrî rawestiya. Bi hûrbînî behsa jiyana Mele Ehmedê Cizîrî kir. Behsa tedrîsata Mela ya ilm kir.Li ser mezinbûna Mela di wêjeya Kurdî de bi berfirehî rawestiya.

Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz- Li ser bandora Melayê Cizîrî li alimên Kurda axift û axaftina wisa berdewamkir:

Ew dişairê yekemin yê Kurdî  herî mezin û helbestvanê herî mezin yê sofitiyê ye. Melayê Cizirî ew kesê ku Ziman kurdî bi zanayê kurda daye heskirin û daye îspatkirin ku bi zimanê kurdî  ragihandina manevi di asta herî bilind de dikare bêkirin. Bi vê heskirinê jî, piştî Melayê  Ciziri, pir kesan, bi cesaret, bi tena serê xwe , li zimanê Kurdî xwedî derketine. Melayê Cizirî ew kesê ku bûye sebebê Kurd ji eşqê bêpar neminin û Kurd  hînî eşqê kirine.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Xizmeta telefonî bi zimanê kurdî(Vîdeo)

Li Tirkiye cara yekem ku Şîrketa Maga Telekominikasyon xizmeta numereyên nayên zanîn bi zimanê kurdî pêktîne. Wek tê zanîn li hemî welatan dema mirov telefonekî nizanibê dikare telefonê cihekî bike û telefona bixwaze ji wî cihî bigre. Niha li Tirkiye ev yek bi zimanê kurdî jî çêkirine û dema kesek telefona 11 881 yan jî 11 883 bike û bixwaze numereya telefonekî bizanibe ew bi zimanê kurdî arikariyê dikin....



Xebata akademîk di Tirkî de li ser Melayê Cizîrî weşiya
  Weşanxaneya Nûbiharê xebatek din li ser xebatên xwe zêde kir û berhema bi navê “Melayê Cizîrî Divanı ve Şerhî” ku ji hêla Prof. Dr. Abdulbaki ...
Li Êlihê panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî
Li Êlihê ji aliyê Komelaya Nûbihar-DER’ê ve panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî hate lidarxistin. Komeleya Nûbihar-DER li Êlihê seat di 14.00’an de û li Salona ...
Mela xutbê kurdî dixwazin
Diyarbekir  – Sendîkaya Diyanet û Kedkarên Weqfê (DÎVES) ku ji melayên kurd pêk tên, xwestin ku êdî xutbe û weaz bi zimanê kurdî bên dayîn.Melayên ...
Helbestek: Zimanê nenas
ZIMANÊ NENAS !Navê zimanê  Kurdî kirine zimanê nenasEv derewa sedsalaye hey teres kurê teresKes bawer nake bi çîrok û derewên weEv zimanê kevnar çawa dibe ...
Li Sêrtê panela roja zimanê dayikê
Roja zimanê dayikê li tevayê cîhanê bi çalakiyên cewaz tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurditanê, bajarê Sêrtê jî gavek pir bi wate ...