Malper | Çalakî | Êşa Wanê êşa me ye

Êşa Wanê êşa me ye



Dalkurd FF û Koma Kanala TV ya Swêdî maçek futfolê jibo alîkarî û piştgiriya Wan ê organize dike. Dalkurd li alîyekî û li aliyê din, Koma Kanala TV yî dilîzîn. Koma Kanala TV yî ji nasdarên Swêdê pêk tê. Daxuyaniya Dalkurdê wisa ye:

Li hemberî buyerên xwezayî, mirov bê hêz dimîne. Lê însanetî dikare, bibe alîkar, bibe şîrikê êşa heye û birînan derman bike. Lewma divê jibo avakirina Wan ê gav bêne avêtin.

Dalkurd, bi nasdarên Swêdê û bi we re dixwaze berpirsiyaretiya xwe ya însanî bi cî bîne û alîkariyê pêşkêşî xwîşk û birayên me li Wan ê bike.

Banga me ji hemu kesan ev e: Bi zarok û xizmên xwe werin û maçê temaşe bikin. Kesên nikarin werin, dikarin biletê bikirin, him alîkariyê pêşkêş bikin û bilêtê jî weke bîranînekî hilînin.

Buhayê bilêtan jibo mezinan 200- kron e û jibo biçûkan heta 12 salî 100 kron e. Her wisa bi vê munasebetê dê loto jî bê kişandin, cilên koma me mina xatirata maçê bê belavkirin.

Kesên bixwazin bilêta bikirin, anjî alîkariyê bikin, dikarin bi Bawer Coskun re bi telefona, 0046 (0) 70-600 72 99, anjî e maîla bawer.coskun@gmail.com têkiliyê deynin.

Maç, roja 6/11-2011 saet 14.00 li Skytteholms IP Solna tê lîstin. Hûn tev bi xêr werin.

 

(EuroKurd News)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Kongreya BDP û pêvajoya Kurd û Kurdistan (Video)

Nivîskar Keya Îzol û Sîyasetmedar Dara Bîlek li bernameya Bergeh a Aso Tv de kongreya BDP û pêvajoya Kurd û Kurdistanê dinirxînin û daxwazên Kurdan tînên ziman......



Pirsa Serokê Dalkurdê di Meclîsa Swêdê de
Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil (Muxtar) ji aliyê dadgeha Turkiyê ve ji ber ku hizirên xwe bi kurdî di dema hilbijartinên herêmî li bakurê Kurdistanê anîbû ...
Malpera Dalkurd FF ê hate hilweşandin
Malpera kluba futbolê Dalkurd FF ji aliyê nijadperestên turka ve hate hackirin. Li gorî agehdariyan, nijadperestên bi navê ”turkey cyber army” êrîş biriye ser malperê.Kluba ...
Mirovên Mezin
Agirbest hat îlankirin.Hûn dizanin ev yek dihête çi wateyê?Nexwe zarok dê nemirin.Ma ji vê girîngtir, ji vê xweşiktir tiştekî heye gelo?Di ser de jî, belkî ...
Keçên Dalkurdê derbasî lîga jor bûn
Serokê klûba Dalkurdê Ramazan Kizil ragihand wan roja yekşemiya borî du pîrozbahî bihev re lidarxistine û got: “Me roja 18ê îlonê hem serkeftina tîma xwe ...