Malper | Çalakî | Stokholm: Civînek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê

Stokholm: Civînek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê

Îro roja yekem ya cejna qurbanê, li Stockholmê qurbaniyên erdheja Wanê hatin birnanîn. Ji bo rêzgirtin li qurbaniyên erdheja Wanê, Hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanê li Swed û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed civînek pêkanîn.

Di civînê de serokê Hevkariyê Şefik Kaya û seroka Federasyonê Şermin Bozarslan li ser rewşa Wanê û erdhejê axavti kirin.

Di civînê de komiteyek ji 5 kesan ji bo kom kirina arikariya  hate damezirandin. Gelek ji beşdaran li cihê civînê  bûn rêz ji bo arikariya qurbaniyên Wanê bikin. Li gora agahdariya komita komkirina hevkariyê dayî, dê heta sersalê komkirina arîkariyê berdewam be û her sêşemiyê dê ev komîte li avahiya Federasyonê rûne û da ku kesên bixwazin herin arîkariya xwe pêşkeş bikin.

Herweha dê kontoyek jî ji bo arîkariyê bête vekirin. Piştî  arîkarî kom bibe dê bi kesek li ser navê Federasyonê û kesek jî li ser navê hêzên hevkariyê serdana Wanê bikin û di cihê xwe de arîkariyê bighînin destê kesên hewce.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî: Dem a dewletbûnê ye

Axaftina serok Barzanî ya li rêwresma salvegera 66 saliya damezrandina Komara Kurdistan li Mehabadê...



Rewresmek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê
Rêzgirtin ji bona hevwelatiyên me ku li  Wan û Erdîşê di erdhêjîyî de jîyana xwe ji dest dane! Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Komîteya ...
Wan: 601 mirî û 4152 birîndar
Hêjmara qurbaniyên erdheja Wanê zêde dibe... Hêjmara miriyan gihat 601 kesî. Rewşa xelkê Wan û taybetî yê Ercîşê ne baş e.. Arikarî wek lehiyê diherike ..lê baş belavnabe û awayê pêwist nagihe xelkê.....
Arîkariya Wanê bikin(Vîdeo)
Daxuyaniyek ji bo arîkariya Wanê...
Erdheja Wanê Duhok hejand lê duhokî nehejiyan
Serokê sandîkaya karkerên Kurdistanê tayê wîlayeta Duhokê duhî di daxuyaniyekê de, li ser pirsa alîkarîkirina lêqewmiyên erdheja Wanê,  ji rojnameya War ku, li bjarê Duhokê ...
Başûr yek milyon dolar alîkarî da lêqewmiyên erdheja Wanê
Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser navê hikûmet û gelê Kurdistanê yek milyon dolar weke alîkarî ji lêqewmiyên erdheja Wanê re rêkirin. Li ...