Malper | Çalakî | Serdana Barzanî ya Ewropa berdewam e

Serdana Barzanî ya Ewropa berdewam e

Serdana serokê Kurdistanê ya welatê Belçîka berdemam dike. Barzanî serokê parlementoya Belçîkîre hevdîtinek kir î piştre jî li avahiya Wezareta Derveya Belçîkayê, Stevin Vana Kêrî Wezîrê Derveyê Belçîkayê pêşwaziya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir. Di civînê de Wezîrê Derveyê Belçîkayê şahbuna xwe û welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî nîşan da û hevsoziya xwe jî ji bo bêhtir haydarbûna ji rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê nîşanda û çêkirina têkiliyên siyasî û aborî û kulturî di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de jî bi mifa da nasandin.

Li beramber da Serok Barzanî ji bilî şîrovekirina pêvajoya jiyana siyasî û aborî û îdariya Herêma Kurdistanê daxwazên xwe û gelê Kurdistanê ji bo zêdetir nêzîkbûna Ewrûpa li Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina li pêvajoya demokratî li Iraq û avadankirina li Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Ji aliyekî din ve her li vê kombûnê da, Wezîrê Derveyê Belçîka agahdariya xwe li pêşketinên Herêma Kurdistanê li warê asayîş û aramî û rêkxistina civakî û malbatan û dadgehan behs kir û tekez li ser piştgîriya wan projeyên li Herêma Kurdistanê ku birêve diçin kir û bi hêviyê ve behsa wê pêwendiya xurta ku li sayeya kar û projeyên hevbeşa siyasî û aborî û kultûriya li navbera her du aliyan de bi cîh dike kir.

Serok Barzanî jî ji bilî nîşandana amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina wan pêwendiyan, veguhestina Balyozxaneya Belçîkayê ji Ammanê bo Bexda û vekirina Konsolxaneyek jî li Herêma Kurdistanê wekî daxwazek xiste rû.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Em Helebçe ji bîr nakin

16-ê Adarê sala 1988, rojek tarî di dîroka neteweya kurd de, rojek bi xwîn rupelek reş di dîroka cîhanê de,rojek şermezariyê ji bo mirovatiyê. Helebçe bajarê Başûrê Kurdistanê hate şehîd kirin. Em îro 16-ê Adarê sala 2010-ê vê roja di rûpelek reş di dîroka mirovatiyê de,bîr tînin, bi hêviya rojek ji rojan tawanên din bi vê hovîtiyê dijê milletê kurd, dije tu kesekî din dijê mirovatiyê cardin newe kirin. ...



Budapeşt: Serokê Kurdistanê û serokê Macaristanê civiyan
  Di çarçoveya serdana fermiya xwe ya bo Macaristanê, roja 10.04.2012ê,  Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li qesra serokayetiya komar li Budapeşteyê ji aliyê Laslo Kobert serokomarê ...
Barzanî li Burgaristanê hevdîtinên girîng dike
Serok Komarê Bulgarîstanê: Gelê Kurdistanê şirîkê rasteqîneya me ne û em dixwazin me pêwendiyeke stratejîk li gel Herêma Kurdistanê de hebêLi çarçêweya serdana fermiya Bulgarîstanê ...
Serokê Kurdistanê pêşwaziya Biden kir
`` Wekî serkirdeyekî bihêz ku şanaziyê bi gelê xwe dike û gelê wî jî şanaziyê pêve dike û herdem pabende bi wan prensîpên ku bawerî ...
Pêwendiyên Kurdistan û Misir pêş dikevin
Îro sêşem 27/07/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandekî bilinda siyasî û bazirganiya welatê Misir kir ku ji Dr. Îbrahîm Eşmawî Cîgirê Wezîrê Veberhênan, Mihemed Qasim Cîgirê Wezareta Derve ya Karubarê Erebî, Şerîf Şahîn Balyozê Misir li Iraq û hejmarek ji berpirsên Hikumî pêkhatibûn....
Serok Barzanî pêşwazî li konsolosê Urdunê kir
Îro dûşemiyê 18.04.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Fayz El Xurî yekem konsolosê giştî yê Urdunê yê li herêma Kurdistanê kir. ...