Malper | Çalakî | Civîna bo perwerde û fêrbûnê

Civîna bo perwerde û fêrbûnê


Di pêvajoya fêrbûnê de koçberên kurd,  bi hevdu re çêkirina Netzwerk (torên pêwendî -  Baştirkirina dersan û xebatên malbatî (bavûdayik)

DGB-Haus Köln, Hans-Böckler-Platz. 1, 50627 Köln
12. Çiriya Paşîn 2011, seet 10.00-17.00

NAVEND, Ji bo Lêkolînên Kurdî we dawetî semînera „Bi hevdu re çêkirina Netzwerk – Baştirkirina dersan û xebatên malbatî“ dike. Semînar dê 12ê çiriya paşîn 2011 li Kolne li navnîşana DGB Haus pêk we re.

NAVEND dixwaze li gel mamoste û pisporên perwerde û fêmkirinê û malbatên dilxwaz di derbarê rewşa fêrbûnê ya koçberên kurd, danûstendin bike, grûbên kar çê bike da ku ders û xebata malbatan pêş vê bibe. Her weha em dixwazin damezrandina Netzwerkekê bînin rojevê û bi hevre planeke bo gavên dahatû lidarbixin..

Di çarçoveya vê civînê de dê du panel we re çêkirin. A yekem, di pêşerojê dersa kurdî wê çawa be. Û ya duyem, di pêvejoya fêrbûnê de malbat.

Bi giştî divê ev pirs bêne guftugokirin. Gelo bernameyên taybet bo pêşeroja perwerde û fêrkirinê ya rawenda kurdî  çawa be û çawa di praktîkê de bi cî bê? Bo pêşvebirina perwerde û fêrbûnê ji ku destpêbike û îmkaniyetên bi hevre karkirinê çin in? Di dest me de kîjan çavkanî hene û li ku pisporên me gerek in? Gelo Netzwerkeke wisa bo perwerde û fêrkirinê çawa dikare alîkar be, bo peydakirina zanînê û bo xuyakirina daxwazên me?

Bo beşdarbûnê kerema xwe li vê emaîlê qeyd bikin an jî faksekê bişînin.
Email, info@navend.de
Fax; 0228-652909


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serok Barzanî xelata Aştî û Çalakiya Dîplomasiyê wergirt (Video)

Îro şemîyê 07.05.2011 li çarçoveyê merasimeke taybet da, profesor Robert Bendetson endamê borda zanîngeha Tufts (Tufts University) û endamê encumena birêvebirina (Institute For Global Leader Ship) a ser bi wê zanîngehê ve, xelata Aştî û Çalakiya Dîplomasiyê bi Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bexşî. ...



Vekirina akademiya swêdî bo perwerdekirina ciwanên kurd
Duhî bo cara yekemîn akademiya swêdî ya ji bo perwerde û rahênanê li Herêma Kurdistanê hat vekirin û wê di nava 4 salan de, 3 ...
Ma kurmancî zimanê medeniyetê ye?
Alîkarê serokwezîr Bulent Arinc, di bernameya Televîzyonekê de daxuyaniyek wisa kiriye: ‘Heke şert başbin, dibe ku kurdî bi tene bibe dersa bijarte. Nexwe ji dibistanê heta ...
PSK kongreya xwe ya derveyê welat pêkanî
PSK kongreya xwe ya derveyê welat pêkanîn. Bi vî minasebeta beyanek ji bo raya giştî belev kirin ev teksta beyanê ye....
Pîrozbayiya 30emîn salvegera FKKSê
Dawetname ji bo endamên kevn yên Komîteya Karger û Komîteya Giştî ya FKKSê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) 30 sal berê di gulana 1981ê de hatdamezirandin. ...
Aktar: Revandina mamosteyan tevgera kurd reş dike
Li bakurê Kurdistanê jimara mamosteyên ku PKKê revandine gehişte 12 mamosteyan. Di vê derbarê de serokê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emîn Aktar ji Rûdawê re got ...