Malper | Çalakî | Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya hunermend Brader Musikî kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya hunermend Brader Musikî kir

Wene: Avestakurd



Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bargeha xwe Hewlêrê pêşwaziya hunermendê Kurd Brader Musikî kir.

Di hevdîtinê de, ku di atmosfereke germ de derbas bû, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku stran û mûzîka kurdî, li bakurê Kurdistanê roleke mezin di parastina ziman, kultur û çanda kurdî de lîstiye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişande ser wê rastiyê ku, wendabûna netewe bi wendabûna ziman ve girêdayî ye. Got, „ziman nemîne netewe jî namîne. Ji ber vê yekê em deyndarê huner û hunermendên Kurd in…“

Cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî, rola hunermend Brader Musikî di parastina huner û muzîka kurdî de bilind nirxand û got ew hêjayî qedirdayînê ye.

Di navbera hunermend Brader Musikî û Nêçîrvan Barzanî de suhbeteke germ û watedar li ser rewşa huner û hunermendên kurd, bi taybetî yên li derveyî welat derbas bû.

Nêçîrvan Barzanî got ew amade ye bi her awahî piştgiriya kar û projeyên hunerî û hunermendan bike.

Her du alî li ser hinek projeyên hunerî axifîn.

Rojevakurd/Avestakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hilbijartinên Tirkiye û Kurd (Video)

Bernameya Vejîn li gel Amed Demirhan Hilbijartinên Tirkiye û rewşa partiyê Kurdan li nava vê hilbijartinê de dinirxîne... ...



Festîvala Mihemed Şêxo li Hewlêrê
Wezareta kultûr û lawan a hikûmeta herêma Kurdistanê di adara bê de, festîvala hunermendê navdar ê kurd Mihemed Şêxo li Hewlêrê li dar dixe. Birêvebirê têkiliyên ...
Bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî festîvala fîlmên kurdî saz dibe
Sînemakarê Kurd Behmen Qubadî diyar kir ku ew niha bi piştevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî saz kirina navendeke çandî ya mezin li bajarê Hewlêrê......
Kurdên Bakur Nêçîrvan Barzanî pîroz kirin
Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwaziya serokwezîriya Nêçîrvan Barzanî dikinYek ji wan çalaiyên pêşwazîkirinê, li Diyarbekirê çêbû.Li Diyarbekirê merasîmek ji bo avakirina hikûmeta ...
Ariç: Siyasetmedarên me hunermendan wek kadroyekî hizbî dibînin
  Siyasetmedarên me hunermend wek kadroyekî hizbî dibînin  Hunermend Nizametîn Ariç, ji ber ku di sala 1979ê de li Bakurê Kurdistanê stranekê bi kurdî dibêje, rûbirûyê zilma ...
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke parlamentoya Swêdê kir
  Duhî li Hewlêrê cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berbijarê postê serokwezîriya Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyetek parlementerên parlementoya Swêdê kir. Heyeta parlamenterên swêdî ku, ...