Malper | Çalakî | Kombûna rikberiya Sûrî li perlemanê Elmanî

Kombûna rikberiya Sûrî li perlemanê Elmanî



Li ser daxwaza serokê komîta mafê mirovan û karûbarê mirovayetî, rêzdar Tom Koenigs, ji destpêṣkeriya Hannover, 2 endamên encumana niṣtîmanî Sûrî, ko ji rêzdar Dr. Abdulbasit Seyda û hêja Hozan ibrahîm, di gel 3 endamên destpêṣkeriyê, di roja 22.11.2011, li saet 10-11, di kombûnê de beṣdar bûn.
Piṣtî bixêrhatinê û spasiya pêṣdarbûnê spasiya destpêṣkeriya Hannoverê, rêzdar Tom Koenigs diyar kir, ko Sûriya di qunaxeke pir hestiyar de derbas dibe, rêjîma Sûrî bi hemî hovîtiyê êrîṣî xwepêṣanderên bi aṣtiyane derdikevin dike, dikuje, wand ixe binê zindanê û tundûtujiyeke bêhempa bikar tîne.

Ji hêla xwe ve, rêzdar Dr. Abdulbasit Seyda, behsa rewṣa Sûriya bi giṣtî, siyaseta rêjîmê û keftelefta wê, kar û barê  encumana Niṣtîmanî yê diplomasî û li ser xaka sûrî. Di axaftina xwe de, rêzdar Dr. Abdulbasit, behsê aṣtîbûna vê ṣoreṣê kir, ku heta dawî wê bizavê bikin, ku wisa bimîne û xwest ku piṣtgiriya wan bibe û wan mîna nûnerê miletên Sûrî binasin.Rêzdar Hozan jî, li ser rewṣa gencan, daxwaz û pêdiviyên wan, axift. Rêzdarê borî, di axaftina xwe de anî ziman, ku ew nûne û pêdivî bi alîkariya fêrbûnê di hemî waran de hene. Grûpa Destpêṣkeriya Hannover jî, daxwaz ji Perlemanê Elmanî kirin, ku zextê li hukumeta xwe bikin, daku Sîn û Rûsiya piṣta rêjîma Sûrî berdin û alîkariya ṣoreṣê bikin, her wisa jî, ko bizav bibe, konfirans ji rikberiya Sûrî re, li Elmaniya yan jî li Europa çêbibe û ne heme di destê Tirkiya de bimîne. Rast e Tirkî dewletek cîran û giring e, lê agendayê wê jî hene û hindek hestiyarî li ba parçeyekî ji civata Sûrî ew jî kurd in ji Tirkiya heye. Jibilî wê jî, em naxwazin, tenê agendayê islamî bin, belê pêla Ilmanî û sekuler divêt bête piṣtgirtin û alîkariya wan bibe.

Serokê komîta mafê mirovan û kar û barê insanî di perlemanê elmanî de, ji Encumanê xwest, ku hewl bidin, bi hemî parçeyên rikberiyê re bighin xalên hevbeṣ, çimkî eve ye ya behweriya derve bi wan bîne û wan êdî alternatîv ji rêjîmê re binase, digel ku rêjîmê legtîmîtêta xwe ji zû ve winda kiriye.


Di kombûna diwem de, di gel xanim Edelgard Bulmahn, endama komîta kar û barê derve û pisporê bakurê Afrîka û rojhilata navîn rêzdar Guenter Glose hate lidarxistin.

Li vê civînê jî agahî li ser rewṣa meydanî, siyasî, diplomasî ji hêla Dr. Abdulbasit, rêzdar Hozan û endamên destpêṣkeriya Hannoverê hatine dan. Xanim Bulmahn, kêfxweṣiya xwe da diyarkirin, ku gelên Sûriya israrê dike, ko ṣoreṣa wan bi aṣtiyane be, eve jî sempetiya li hember wan mezin dike û wê jî, wek rêzdar Glose jî daxwaz kirin, ko rikberiya sûrî bibe xwe yek helwest û yek deng, bo li cîhana derve bêhtir bêne pejirandin. Rêzdar Seyda jî di axaftina xwe de anî ziman, ku pêkolên me Sûriyan, yê rikber di vî biwarî de hene û em bi hêvî ne û em behwer in jî wê biser bikeve. Ji bilî wê jî, em niha li ser  asteyan dilîzin, yek ku em bikaribin, legetîmiyetê ji rêjîma Sûriyê di nav cîhana erebî, islamî û europî û cîhanî de bikêṣin û ya diwem jî rikberiyê bihêztir, dewlendtir bikin . ev dihêle gelên me yên Sûrî bihêz bibe û moralê wan bilind bibe.

Ji hêla Destpêṣkeriya hannover û kak Hozan jî ve hate xwestin, ko elmaniya alîkariya gencan bike, di vekirina kursên, diplomasî, siyasî û di gelek warên din de.

Xanim Buhlman kêfa xwe bi vê pêṣniyarê anî û got, Elmaniya xwedî tecrube ye di vî warî de. Me alîkarî da Tunis, Misir, niha Lîbiya jî.
Di dawî de, kêfxweṣiya xwe da diyarkirin û got hun in yên em bi wer e biaxivin.

Hêjayî gotinê ye, eve cara 4an e, ko idestpêṣkeriya Hannover ji hêla serokatiya komîta mafê mirovan û karûbarê mirovayetî li perlemana tête vexwendin. Cara yekem di 22.05.2011, cara diwem, ko digel giṣt hemî hêz û grûpên rikberiya Sûrî û siyem jî eve. Cara çarem jî, ji hêla Xanim Edlgard Bulmahn, ko berê wezîra zanist û xwendina bilind bû û niha jî di komîta karûbarên derve li Perleman posta sereke werdigire. Jibilî ko caran li Perlemanê welayeta Niedersachsen di gel perlementer û serokên fraksiyonên tê de ji hemî partiyê siyasî (kes, sosiyal demoqrat, partiya çep û ya Lîberalên azad).


Berlîn, 22.11.2011/Tengezar Marini


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Sûrî li dijê xwepêşandana dijwar e (Vîdeo)

Li Sûrî li bajara Dera,doh 15 keş hatin kuştin.Hêzên ewlehiya Sûrî di kolanan de xelkê digrin û dikujin. Li gora gahdariya ku gihayî Rojevakurd, di van rojên bê de wê li gelek paytextan meş û xwepêşandan çêbin, weke Brûksil, Parîs û Montryal ji bo piştgîriya xelkê Derèa û şoresş sûrî.....



Civîna kurdan li parlementoya Elmanî de
Komcivîna diwem bi Komîta mafê mirovan û alîkariya mirovane re di perlemanê elmanî de...
Konfransa Kurdistan li Hannoverê
Di seredana şanda Kurdistan, li bajarê Hannover yê elmanî, ku ji rêzdar Abdulselam Berwarî serokê komîsiyona civak û malbatê di perlemanê herêma Kurdistanê de, Dr. ...
Partiyên Almanî rejima Sûriye şermezar dikin
Fraksiyonên Partiyên Elman di perelmanê Elmanî Rejîma Sûriya şermezar dikin:Fraksiyonên elmanî CDU/CSU, FDP, SPD û BÜNDNIS 90/ DIE GRÜNEN, di perleman de, komîta „ Mafê ...
Nameya rojnamevanekî alman bo sefîrê Sûriya li Berlinê
Nameya rojnamevanekî alman bo balyozê Sûrî li BerlînêRêzdaran xanim û mêrMin ji meha gulana çûyî ve, hêvî ji we kiribû, ku hun agahiyan li ser ...
Obama: Mubarek guh da daxwaziyên gel
Serokê Amerîka Barack Obama dibêje Husnî Mubarek bi karvekêşana xwe gohê xwe da “birsîbûna gelê Misirê bo guherînê”, wî hişdarî da ku eve destpêke bo ...