Malper | Çalakî | Serokê Kurdistanê li gel kurdên Suriyê civiya

Serokê Kurdistanê li gel kurdên Suriyê civiya

Îro dûşem 28/11/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel Endamên Serkirdayetiya Encumena Nîştîmaniya Kurdên Suriyê re civiya. Li vê civînê de 11 aliyên siyasî û 11 nûnerê dinê serbixweyê çîn û tuwêjên cûda cûdayên civaka Kurdên wî welatî pêkhatibû.

 

Îro dûşem 28/11/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel Endamên Serkirdayetiya Encumena Nîştîmaniya Kurdên Suriyê re civiya. Li vê civînê de 11 aliyên siyasî û 11 nûnerê dinê serbixweyê çîn û tuwêjên cûda cûdayên civaka Kurdên wî welatî pêkhatibû.

Li civînê da, Endamên Serkirdayetiya Encumena Nîştîmaniya Kurdên ku li nav Suriyê de kar dikin, encama kongreya vê dawiyê ya li Qamişloyê xistin rû ku vê serkirdayetiyê pêkanî û dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi pêşketinên dawî ya rewşa Suriye û rola Kurdên Suriye sebaret bi vê pêşketina dawî û encama danustandinên wan li gel hêz û aliyê opozîsyonên Suriye û helwesta desthilata li vî welatî da û sedemên paşaroj û mafê Kurdên Suriye û çawayiya pejirandina destûra li vî welatî da pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî li axaftinek da vê rojê bi rojekî dîrokî wesifkir û balkişand li ser girîngiya vê civînê û ragihand ku ev civîn ji bo we û me û tevahiya gelê Kurdistanê girîng û çarenûssaze. Mebesta vê civînê jî agahdarbûna rewşa Kurdên Suriyê ye bo ku li çarçêweya vê rewşê da Herêma Kurdistanê rola dîrokiya xwe bibîne.

Serok Barzanî eve jî bi amadevanan ragihand ku Herêma Kurdistanê li gel daxwaza gelê Suriyê ye û aliyê Kurdên Suriye jî pêwîste gelek bi dîqetê ve têkilî li gel vê rewşa niha ya Suriye bikin. Ji aliyê me ve ya girîng demokrasiyet û dayîna mafa Kurd li Suriye û ew danîn jî divê‌ li destûra paşaroja vî welatî de bête pejirandin û Kurdê Suriye jî li wan aliyan nêzîktir bibê ku zêdetir mafê Kurd didin. Herêma Kurdistanê ji bo pejirandina wan mafan piştevaniya hewlên Partiyên Siyasiyên Kurd li Suriye dike û xweşhaliya xwe jî ji bo vê yekrêzî û yekhelwestiya wan derbirî ku heta niha beramberî vê rewşê nîşandane û ronahî jî kir ku pêwîste peyama Kurd peyama aştiyê bê û siyaseta li lêborînî û pêkve jiyan û pêwendîkirina li gel hêzên demokratiyan bike armanc û nabê hêz û aliyê Kurdên Suriye bibin beşek ji gengeşeya eşîriyê ku eger rû da, ji ber ku em xwedî dozekî neteweyîne û herdem divê‌ siyaseta pêkve jiyanê li gel hemû pêkhatên Suriye birêve bibîn û bi birayên mesîhiyan ve jî dakokî li mafên wan bikîn. Daxwaz jî kir Serkirdayetiya wê Encumenê girîngiyeke tevahî bide xort û jinan.

Her wiha li vê civînê de Serok Barzanî daxwaz kir ku ji bo danustandina li gel her aliyekî pêwendîdar bi pirsên vê qonaxa Suriye, çi li nav welat da bê yan li derveyê welat da, li nav Serkirdayetiya vê Encumenê de lîjneyekî taybet bête pêkanîn.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Sînemxan Bedirxan wêneya Mîqdat Mîdhat Bedirxan eşkere dike(Video)

Sînemxan Celadet Bedirxan şaşiyeke mezina rojnamevan û dîrokzanên Kurd derdixe holê. Bedirxan li hevpeyvîneke taybet de wêneyê ku heta niha bi navê Mîqdat Mîdhat Bedirxan (Sernivîskarê Rojnameya Kurdistan 1898) hatiye belav kirin bi şaş dibîne û wêneya rastiya Mîqdat Mîdhat Bedirxan eşkere dike... Kerem bikin hevpeyvîna Sînemxan Celadet Bedirxan ya li gel Televizyona Kurd1 temaşe bikin....



Civîna Dostên Suriye bê kurda çêdibe
Civîna dostên Suriye 1-ê Nîsanê li Tirkiye Stanbulê dicive. Nûnêrên 74 welatan di civînê de amade dibin û di derbarê rewşa Suriye de dîtinên xwe ...
Opozisyona ereb daxwaziyên kurda qebûl nakin
Encumenê Niştimaniya Kurdên Suriye û Encumenê niştimaniya Suriye li hevûdin nekirin. Di rojên 14 - 15-ê Adarê herdu Encumen li Hewlêrê hatin ba hev û ...
Pişgiriya kurdên Rojava erkek netewiye
Eve salek li ser şoreşa Suriye re derbas dibe. Bê goman ji bo kurdan di nawenda pirsa şoreş a Suriye de pirsgirêka kurd heye. Gelo ...
Ereb pirsa Surî hevaleyê Netweyên Yekbûyî dikin
Serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim ragihand ku dê komkara Erebî ji ji Encumena Asayişa Nevnetewî daxwaz bike ku ku arîşeya Surî werbigire. Serokwezîrê Qeterê ragihand ku, ...
Kurda civîna opozisyona Suriye protesto kir
Civîana opozisyona Suriye ya ku di 26-ê Adarê li Stanbulê destpêkirî ji bo naskirina mafê kurdên Rojava bû cihê gotubejekê tund. Opozisyona Suriye bi tu ...