Malper | Çalakî | Serok li Zaxoyê ye

Serok li Zaxoyê ye



Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî îro sibehê giha bajarê Zaxo. Roja înê li bajarê Zaxo, piştî nimêja înê bi dehan kes ji mizgeftê derketin û êrîş birin ser dikanên meyfirotinê, nawendên masajê û hinek ji wan cihan şewitandin.

Di van bûyeran de nêzikî 32 kes ji hevwelatiyan birîndar bûn. Di bûyeran de 14 dikanên meyfiroş û 4 cihên ku masajê dikin, hatin şewitandin. Piştî van bûyeran xelkek din kom bû û erîş birin ser baregehê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) li bajarê Zaxo. Li Duhok û bajarokê Sêmilê YÎK hate protetokirin.

Doh piştî van bûyeran Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo ku lêpirsînek berfireh di derbarê van bûyeran de bête kirin komiteyek taybet saz kir. Dê ev komîte lêpirsînek berfireh li Duhok û Zaxo bike.

Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) doh daxuyaniyek belav kir û tê de ji bo şewitandina baregehên wan Partiya Demokrat a Kurdistanê tawanbar dike. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daxuyaniya YÎK-ê red kir û herweha ji bo îdiaya ku YÎK-ê kirî daxwaz kir ku, YÎK doza lêborînê ji PDK-ê bike.

Di derbarê bûyerên Zaxo de hinek daxuyaniyên cuda hatin belav kirin. Serokê Kurdistanê serdana Zaxo kir û piştî vê serdanê dê bêhtir bûyer bêne ronî kirin.

Rojevakurd



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Çîroka Telefonê - Phone Story

www.phonestroy.be...



Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin
Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin Li bajarokê Dêrelokê yê girêdayî Amêdiyê grûpeke xurtan êrîş bi ser dikanên meyfirûştinê û hijmaeke ...
Serok li gel komita lêpirsînê civiya
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Selahadîn li gel serok û endamên komîteya lêpirsîna bûyerên li Zaxo civînek pêkanî. Komîta lêpirsîna bûyerên Zaxo, bi berfirehî behsa ...
Agirê dikan û baregehan di navbera PDK û Yekgirtu de
Di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê yê Tirkiyê, kombûneke Elewiyan hebû, wê çaxê Îslamiyên Tirkiyê, bi taybetî jî partiya Refahê herî xurt ...
Parlamentoya Kurdistanê 8 biryar dan
Parlametoya Kurdistanê du civînên awarete li ser minaqeşekirina bûyerên Zaxo û deverêndin saz kirin. Civîna yekem roja sêşemiyê 07-12-2011ê û civîna duyemjî 08-12-2011ê bû.  Di civîna ...
Serokatiya Kurdistanê encamên lêkolîna bûyerên Zaxoyê eşkere kirin.
Serokatiya herêma Kurdistanê encamên lêkolîna bûyerên Zaxoyê eşkere kirin. Piştî bûyerên li Zaxoyê û hindeke deverên din  li wîlayeta Duhokê çêbûyn ku, bû sedemê zerer û ...