Malper | Çalakî | Nûbihar cardin li Almanyayê – Li fuara ASTECê ye

Nûbihar cardin li Almanyayê – Li fuara ASTECê ye

Nûbihar cardin li Almanyayê – Li fuara ASTECê ye

Ji bona çand û zimanê Kurdî di nav Kurdên Almanyayê de jî belav bike, weşanxaneya Nûbiharê  îsal cardin tevlî fuara kîtaban ya ASTECê dibe.
Fuara ASTECê ji 23.12.2011 heta 01.01.201an dom dike. Heta niha jibilî weşanxaneya Nûbiharê hêj weşanxaneyên Kurdan tevlî vê fuarê nebûne, ev cara duduyan e ku bi saya Nûbiharê dezgeheke Kurdî jî di fuarê de cî digre.

Panel:

Nûbihar îsal jî di fuarê de panelekê li dar dixe. Di panela bi navê „Du navên sembol ji edebîyata Kurdî: Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî“ herdu nivîskarên navdar Selman Dilovan û Jan Dost wek axaftvan li ser van herdu stêrkên ji dîroka Kurdan disekinin. Rêvebirîya panelê nivîskar û wergêr Reşat Cûdî dike.  Panel di 26.12.2011 de, saet di 14.00an de li salona fuarê çêdibe.

Nivîskar kitêbên xwe îmze dikin

Li dû panelê ev nivîskarên Nûbiharê kitêb û wergerên xwe îmze dikin:
Selman Dilovan
Jan Dost
Abdullah Incekan
Reşat Cudî

Weşanxaneya Nûbiharê li benda hezkirên ziman û edebîyata Kurdî ye û hêvî dike, ku xwendevan wan tenê nehêlin:

„Da xelqî nebêjitin ku Ekrad
Bê mer’rîfet in, bi esl û bunyad
Enwaê milel xwudankitêb in
Kurmanci tenê di bêhisêb in“ (Ehmedê Xanî)


Navnîşan:

Landschaftspark Nord
Emscherstr. 71
47137 Duisburg


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Nermokeyên Kurd dilovaniyê dixwazin (Video)

Nermokeyên Kurd dilovaniyê dixwazin Belê raste ew nermoke an jî jinemêrin (transeksuel, lezbiyen) lê belê ew ne leşfiroş û mirovên xerabin.. Xwedê xwestiye wan wiha biafirîne û ew jî neçarin... lê divê hûn jî guh bidin pirsgirêk û daxwaz û hêviyên wan.. Fermo nermokeyên Kurd ji nêz ve temaşe bikin....



Nûbihar li Almanyayê ye
Nûbihar li Almanyayê ye – tevî hin nivîskarên xweWeşanxaneya Nûbiharê dawîya vê mehê li fûara kîtaban ya ASTECê ye. Ji 23.12.2010 hetanî 02.01.2011yan standa Nûbiharê ...
Li Êlihê panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî
Li Êlihê ji aliyê Komelaya Nûbihar-DER’ê ve panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî hate lidarxistin. Komeleya Nûbihar-DER li Êlihê seat di 14.00’an de û li Salona ...
Li Sêrtê panela roja zimanê dayikê
Roja zimanê dayikê li tevayê cîhanê bi çalakiyên cewaz tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurditanê, bajarê Sêrtê jî gavek pir bi wate ...
Sernivîskarê Giştî yê Nûbihar û Zimanê Kurdî
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sernivîskarê Kovara Nûbihar Suleyman Çevîk gotûbêjên li ser zimanê Kurdî dinirxîne û qala berhemên Nûbiharê dike.Çevîk dibêje, ...
Xebata akademîk di Tirkî de li ser Melayê Cizîrî weşiya
  Weşanxaneya Nûbiharê xebatek din li ser xebatên xwe zêde kir û berhema bi navê “Melayê Cizîrî Divanı ve Şerhî” ku ji hêla Prof. Dr. Abdulbaki ...