Malper | Çalakî | Rojnamevanên başûr binçavkirina rojnamevanên bakûr şermezar kir

Rojnamevanên başûr binçavkirina rojnamevanên bakûr şermezar kir

Rojnamevanên başûrê Kurdistanê di civîneke cemawerîde binçavkirina rojnamevanên bakûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên tirkî ve şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê diyar kir.

Duhî li bajarê Koye rojnamevanên başûrê Kurdistanê di civîneke berfireh de  binçavkirina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê şermezar kir û di daxuynaiyekê daxaz ji neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafê mirovî û rêxistinên cihaniyên rojnamevanan kir kul i ser girtina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ye ve bêdeng nemînin.

Rojnamevanên kurd li başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêjin:

- Bêy hebûna belgeyên zîndî û qanûnî ku peywendî bi asayîşa netweî ve hebe, çend rojeke desthilatdarên Tirkiyeyê dest bi girtina rojnamevanên kurd kiriye. Heta nuha bi dehan rojnamevanên kurd  girtine û çend saziyên mediyayê jî hatîn daxistine.

Rojnamevanên bajarê Koye li başûrê Kurdistanê di wê baweriyê dene ku girtina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê li dijî prensîpên azadî û karê rojnamevanî û mediyayê ye:

- Ev karê hikûmeta Tirkiyeyê dike binpêkirina mafê rojnamevanaye û ev pêngava hikûmeta Tirkiyeyê li hember rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê, ji bo birîna dengê kurd  pêngaveke xeter e.

- Em bi dijawrî vê kiryara Tirkiyeyê şermezar dikin û daxazê ji tevaya hevwelatiyên kurd dikin ku li hember vî karê nemirovaneyê hikûmeta Tirkiyeyê bêdeng nemînin û zixtê li Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafê mirov û rojnamevana bikin da ku ew jê bi rêya zixtê bibin ser hikûmeta Tirkiyyeê û rojnamevanên kurd azad bikin.

Her li ser meseleya binçavkirina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê, şewirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên ragehandinê Zîrek Kemal, nerazîbûnên xwe diyar kir û got ku ev kar li Tirkiye bûye çandekî runiştî. 

Zîrek, ji hemû kesan xwest ku li himberî vê neheqiyê rawestin û dengê xwe bilind bikin û wiha got: “ Her êrîşek li hemberî her rojnemevenekî/ê li kuderê dibe bila bibe em şermezar dikin û divê her rojnamevanekî/ê kurd li himberî van zordarî û êrişên li ser medya kurdî şermezar bike û lê xwedî derkevin.”



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Pêwîstiya BDP û PKK bi stratejîyeke nû heye.
Rojnamevan Mehmet Ali Bîrand di nivîseke xwe de ku di rojnameta tirkî Hurriyetê de weşandieye, behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê a li hember tekoşîna serbazî li ...
Kerkûkî: Divê Tirkiye demildest êrîşên xwe rawestîne
Serkê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî  ji Tirkiyeyê xwest ku, demildest bombebarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bide sekinandin û bang li hikûmet û parlamentoya Iraqê ...
356 rojnamevan li Îraqê hatîne kuştin
Sandîkaya Rojnamevanên Îraqê di raporeke xwe de diyar kir ku, ji sala 2003ê were hata nuha 356 rojnamevanên biyanî û îraqî ji aliyê grupên terorîst ...
Daxuyaniya nivîskarên kurd
BO BALA RAYA GİŞTÎ YA TİRKİYE Û KURDİSTANÊDİ ROJA ROJNAMEVANÊN DE, Lİ GEL ROJNAMEVANÊN KURD ÊN KU SED SAL CEZA Lİ WAN HATİNE BİRRÎN, Lİ ...
Sal 2010: 105 rojnemevan hatin kuştin
Rêxistina lêkolîna li ser rojnamevanan li cîhanê (PEC) di raporta xwe ya sala 2010-ê de, da kifşkirin ku hêjî  jiyana rojnamevanan li gelek welatên cîhanê ...