Malper | Çalakî | Banga azadkirina rojnamevanên kurd li Tirkiyeyê

Banga azadkirina rojnamevanên kurd li Tirkiyeyê

Ofîsa peywendiyên derve ya Sendîkaya Rojnamevanê Kurdistanê di daxuyaniyekê de girtin û binçavkirina rojnamevanên kurd li Tirkiyeyê û jikarxistina saziyên mediyayê yên kurdan li Stenbul, Amed û bajarên din sermezar dike û bamng li hikûmeta Tirkiyeyê dike ku rojnamevanên kurd azad bike. 

Ev li jêr teksta daxuyaniya Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê:

Banga azadkirina Rojnamevanên Kurd ji Turkiya diket

Civata Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê bi dilgiraniyek mezin li rewşa xiraba rojnamevanên li hemû Turkiyê dinêrît û herwesa jî bi piştevaniya raportên rêkxistinên navdewletî li ser girtin û binçavkirina rojnamevanên Kurd û ji karxistina dezgehên ragehandinê li Istenbul, Amed û bajarên din yên Turkiyê şermezarya van pêngavên dewleta Turkiyê diket û daxwaz diket bi nêzîktirîn dem hemû rojnamevanên girtî azad biket û rê bihête vekirin da Rojnamevan bikarin di rewşeka azad û dîmokratîk de karê xwe yê rojnamevaniyê encam biden û bi çi sedeman rê li wan nehête girtin.

Hikumeta Turkiya wisa dide xoyakirin ku wê biyavê azadiyê mezintir û firehtir kiriye. Lê Bertengkirin û qelskirina azadiya rojnamevaniyê ya berdewam û birîndarkirina mafên mirovî berevajî çareserkirina pirsa kurdîye bi rêyên siyasî û aştî. Ev pêngavên ji aliyê hikumeta Turkiyê ve bi girtina rojnamevanên kurd, ku bi zimanê xwe yê kurdî karê xwe diken û dengê gelê xwe ji bo azadiyê bilind dikin, zenga tirsê lê dixin û bêhna pêşerojeka nexweş jê dihêt.

Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê di demekê de ku daxwaza azadkirina tev Rojnamevanan diket digel vegerandina hemû amêrên wan, herwesa jî daxwazê ji hikumeta Turkiyê diket ku gerentî bidet ku nema vêca van kiryaran encam bidet. Herwesa jî daxwazê ji hemû sazî û rêxistinên navneteweyî diket ku li hewara rojnamevanên Kurd li Turkiyê werin ji bo ku rojnamevanên Kurd mafê hindê hebît berdewamiyê bi karê xwe û pîşeya xwe ya rojnamevaniyê biden û ev mafe wek çawan bo rojnamevanên Turk heye wesa jî bo rojnamevanên Kurd hebe.

Nivîsîngeha peywendiyên derve ya

Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li konferansa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka (Video)

Gotara Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Nirxandina rewşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka...



Barzanî pêşwazî li sandîkaya rojnamevanên Îraqê kir
Rojnamevan jî di veguhestina rastiyan de, divê rastgo û hişyar be. Divê bi belge, dûrî nav biçûkxistinê û bicihanîna daxwazên ty aliyan pirsa di rojevê de gerim bike...
Li Kurdistanê 808 kanalên ragehandinê hene
Li herêma Kurdistanê jinên rojnamevan di warê medyayê de roleke bitesîr û berçav heye. Ji 808 kanalên ragihandinê nêzîkî 40-50 rojnamevanên jin, birêveberên wan kanalan ...
Sal 2010: 105 rojnemevan hatin kuştin
Rêxistina lêkolîna li ser rojnamevanan li cîhanê (PEC) di raporta xwe ya sala 2010-ê de, da kifşkirin ku hêjî  jiyana rojnamevanan li gelek welatên cîhanê ...
356 rojnamevan li Îraqê hatîne kuştin
Sandîkaya Rojnamevanên Îraqê di raporeke xwe de diyar kir ku, ji sala 2003ê were hata nuha 356 rojnamevanên biyanî û îraqî ji aliyê grupên terorîst ...
Daxuyaniya nivîskarên kurd
BO BALA RAYA GİŞTÎ YA TİRKİYE Û KURDİSTANÊDİ ROJA ROJNAMEVANÊN DE, Lİ GEL ROJNAMEVANÊN KURD ÊN KU SED SAL CEZA Lİ WAN HATİNE BİRRÎN, Lİ ...