Cîhan

Çar jinên Tirk hatin darvekirin

Li Iraqê 4 jinên tirk ên endamên DAIŞê ku berî niha di derbarê wan de biryara darvekirinê hatibû dayîn, hatin darvekirin.Li Iraqê meha Adar a borî di derbarê 16 jinên endamên DAIŞê de ku welatiyên Tirkiyê bûn, biryara darvekirinê hatibû dayîn.Di vê çaroçovê de hat ragihandin ku Ruveyda D. (25) ku 2 zarokên wê hebûn, Kubra E. (22), İpek Ö. (24) û Şukriye Ç. (20) ku ew jî xwediya zarokekê bû heftiya borî ji ber endamtiya wan a DAIŞê hatin darvekirin. Malbatên wan jinan ji bo wergirtina termên wan serî li Wezareta Derve ya Tirkiyê dan.Ew jin li Mûsil û Telaferê hatibûn girtin û hevserên wan jî ku çekdarên DAIŞê bûn di şerên li wan herêman hatibûn kuştin.Bas

Back to top button