DosyaHevpeyvîn

Çavê me ne li axa tu kesî ye

Serokê Kurdistanê Masûd Barzanî di gotûbêjeke li gel televîzyona CNNê ya Amerîkayê de behsa girîngiya şerê rizgarkirina Mûsilê kir û got : çavê me ne li axa tu kesî ye.Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku şerê Mûsilê şerekî giran e û ne pêkan e ku bidawîbûna vî şerî ji niha de were diyar kirin.Di derbarê operasyona Musilê de Barzanî got: : Me û Bexdayê rêkeftinek li ser hêrmên nelihevkirî heye .Barzanî di derbarê destpêkirina operesyon a rizgarkirina Mûsilê de diyar kir ku îro roja 3yem a operesyonê ye û pêşketinên baş hene û got derdora 300 kîlomitre  çargoşe hatiye rizgarkirin û pêşketin hîn jî berdewam e.Barzanî li ser beşdarbûna Hêzên Pêşmerge ji bo operesyona Mûsilê û girîngiya derxistina DAIŞê ji Mûsilê dest nîşan kir ku bajarê Mûsilê 70 kîlomitrî dûrê Dihokê û 80 kîlomitro jî dûrê Hewlêrê ye, loma jî aramiya wî bajarî bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê dike.Barzanî da xuyakirin  ku çavê Kurdan ne li axa tu kesî ye lê ew ax, axa Kurdistanê ye û Kurd tê de dijîn û di çarçoveya parêzgeha Nînovayê de ye.Mesûd Barzanî, Serokê  Kurdistanê di derbarê qonaxa piştî DAIŞê de jî da zanîn ku pêwîst e birêvebirina wê parêzgehê were nû kiri û got, “nabe ku em paşê xwe bi tolhildanê ve girê bidin û divê xelkê Mûsilê dilniya bikin û ew werin parastin.”

Back to top button