Civak

Çekdarên PYDê Dîlan girtin

Bi minasebeta serhildana 12 Adara 2004an, li bajarê Dêrikê merasîma bîranîna serhildana 12 Adarê birêve çû, lê ji ber ku çekdarên PYDê  rêgirî li welatiyan dikin, hindek alozî di navbera xelkê û çekdarên PYDê de derketin.Di van aloziyan de zarokek 8 salî ya bi navê Dîlan Hacî Ehmed bi sedema ku cilûbergên Pêşmergeyan li xwe kiribû, ji Aliyê Çekdarên PYDê ve  hat binçavkirin.Li gor wan zanyariyan, dema ku xelk berve mezara şehîdên serhildana 12 Adarê ve diçûn, çekdarên PYDê asteng di rêya wan de çêkirin û nexwestin xelk berbi mezarên şehîdan ve herin. Ji bo vê yekê alozî di navbera xelkê û çekdarên PYDê de derket.Binçav kirina zarokek 8 salî çewe tê nirxandin dimîne li ser vijdan û ehlaqê siyasetmedara. Dema ev bûyerên bi vî cureyî qirêj derdikevin holê mirov zordestiya dewletên dagirker ji bîr dike.Ev bûyerên vî cureyî li Kurdistana Rojava rûyê PYDê yê rast dertêxe holê..

Back to top button