Civak

Celal Talabani koça dawi kir

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî tê YNKê Celal Talebanî li Almanya koça dawî kir.Peyamnêrê Rûdawê li Almanya ragihand, ku Celal Talebanî demek berî niha piştî têkçûna rewşa tendirutiya wî li Almanyayê koça dawî kir.Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, îro rewşa tendirustiya Celal Talebanî xirab bibû û di rewşa komayê de bû û ji ber wê di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de bû.Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.Her îro piştî nîvro hin zanyarî û nûçe derbarê koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hatibûn belavkirin, lê paşê ev agahî ji aliyê çavkaniyekê ji mala Talebanî  ve hatibû redkirin.Çavkaniyê ji mala Celal Talebanî pêştir agahiya koça dawî ta Talebanî derewand û ji Rûdawê re gotibû, ku tendurustiya Mam Celal xirab bûye. lê canê xwe ji dest nedaye.Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tendurustiyê têk çû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat şandin.Piştî çareseriyê Talebanî roja 19-07-2014 vegeriya Silêmaniyê.  Piştre careke din bi mebesta çavdêriya pizîşkî Celal Talebanî bo Almanyayê û paşê jî bo Nemsayê hat şandin û di Îlona 2016ê de jî vegeriya Silêmaniyê.Ji wê demê ve rewşa tendirustiya Talebanî baştir bû û car bi car serkirde û kesatiyên siyasî yên Kurdistanî, Iraqî, herêmî û cîhanî li Silêmaniyê serdana wî dikirin.Herwiha di meha Tebaxa îsal de li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamiya Îranê serdana Tehranê kir.

Back to top button