DosyaPolîtîk

Çênabe yek çekdar tenê jî yê PKKê li Şingalê bimîne

Fermandehiya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê , di derbarê hêzên biyanî li Kurdistanê devera Şingalê hinek biryar girtin û ev yek bi peyamekî ragihand. Fermandehiya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê:


1- Çênabe yek çekdar tenê jî yê PKKê li Şingalê û dorûbera wê bimîne û divêt derkevin.2- Wezareta Pêşmergeyan biryar da ko 8 000 pêşmergeyan ji kurdên êzidî li dorûbera Şingalê bi cih bike û hejmara wan zêdetir jî bike.3- Hikûmeta Kurdistanê rênade ko hîç grupek li Kurdistanê deverên ne di bin kontrola hikûmetê de ava bike û bingehên eskerî çêke.4- Hêzên çekdar yên bi PKK-ê ve girêdayî tenha hêz in ko ne di bin kontrola dezgehên meşrû yên Kurdistanê de ne.5- Hêzên PKKê yên li hundurê Şingalê û li derveyî Şingalê heta îro jî berdewam arîkariyê ji Heşda Şebî ya Iraqa şîî werdigirin.

Back to top button