CîhanDosya

Çi welat ji berî ragihandina serxwebûna xwe amade û bihêz bû, Amerîka?

Balyozê berê yê Amerîka li Kirwatiya Peter Galbraith di konferansa “Kurdistan Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” de ragihand, serxwebûna Kurdistanê rêgirî lê nayê girtin, ew maf di çarçova yasayên navdewletî de ye û di berjewendiya Amerîkayê de ye.Peter Galbraith ragihand jî, Amerîka û welatên din hemû hewlên wan bo hêştina Yogislafyaya yekperçe hebûn, lê bi hezaran xelkê Kosovo, Serbiya û Slovînyayê serxwebûn dixwastin.Got jî: “Divê ji wê têbigihin, heger referandûm bê kirin, Amerîka û welatên din ligel wê rastiyê diguncin û ligel dîfaktoyê danûstandinê dikin.”Peter Galbraith diyar kir jî, “Ti Amerîkiyek qebûl nake ligel welatekî bijî ku komkujî kiribe, Iraq jî zêdetir wek welatekî berevaniyê li netewa Ereb dike.” Got jî: “Kurd çi bike, ku neteweyeke cuda ye û ji ber wê komkujî bi serê wê de hatine kirin.”Herwiha got: “Diyar e û dibînin ku Îran nêzîktirîn hevpeymana Iraqê ye û tevahiya hejmûna xwe di riya Iraqê re li ser navçê disepîne û Tehran wê dike ku fermandariya Iraqê dike.”Peter Galbraith ragihand, serkirdeyên mîlîşyatên Iraqê di dirêjehiya salên heştê ên sedsala borî hevkariya Îranê dikirin.Herwiha ragihand, seyr e ku tê gotin Kurdistan ne amade ye serbixwe bibe û got: “Çi welatek berî ragihandina serxwebûna xwe amade bû û bihêz bû, Amerîka? Yan her welatekî din heye bi vî awayî bihêz be û amade be.”Konferansa “Kurdistan Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” bi sponseriya Kurdistan24 û rojnameya Washington Times û bi beşdariya nivîskar û şarezayên leşkerî ên Amerîkî û endamên Kongressa Amerîkî bi rê ve diçe. 

Back to top button