Cîhan

Cîhan di sîtila suriye de dikele

Piştî serokê Amerikayê Trump bi Twîtterekî li dijê Rusya şer ragihand, çavê cîhanê hemûyê niha li Amerikayê ye. Amerika xwe ji şerek mezin re Amade dike. Gemiyên cengî berê xwe didin Behra Spî û nêzikî Suriye dibin. Herî dawî Ji Virginia gemiyên cengî bi rêketin û berê xwe dan Suriye.Di derbarê Twîttera Trum nivîsî, berdevkê Trump Sanders da xûyakirin ku hemî bijarde li ser maseyêne , lê hêja biryara dawî nehatiye dayîn. Hukumeta Britanya îro di derbarê pirsgirêka Suriye de civînekî dike û biryara xwe eşkere dike.Serokwezîrê Îsrailê bersiva daxûyaniyên Îranê di derbarê Şerê Suriye de da û got: Peyamek min ji rêveberên Îranê re heye. Îradeya Îsrail neceribînin.Ji aliyek din hinek berpirsên dewleta Îsrail dan xûyakirin ku, Eger Îran axa Suriye  bi karbîne û êrîşekî Îsrail bike, emê rejima Esad ji holê rakin.

Back to top button