Malper | Cîhan | Hildebrandt: Gulan Avci şervana demokrasiyê ye

Hildebrandt: Gulan Avci şervana demokrasiyê ye

Nivîskar û rojnamevana nasdar HILDEBRANDT:Gulan Avci şervana demokrasiyê ye



Johanne Hildebrandt li Swêdê, ji awira çavdêrî û şirovekirina li ser şerên li welatan, rojnamevana herî xurt e. Şiroveyên wê ji cihên şer bûne naveroka romanan. Pirtûkên wê bikêşar in û têra xwe bala mirovan dikşînin.

Rojnamevana nasdar Hildebrand di Newsmill ê de li ser Jina Kurd, parlamenter Gulan Avci, rojnamevan Sakine Madon û rojnamevan-nivîskar Dilsa Demirbag-Sten ê nivîsek belav kir û hersê mîna şervanên demokrasiyê nîşan da.

Siyasetvan Gulan Avci ji Partiya Gel (Folkpartiet) li bajarê Stockholmê namzêda parlamentoya Swêdê ye û ji ber xebatên xwe, cihê xwe di dilê Kurd, Swêdî û bîyaniyan de çêkiriye.

Parlamanter Avci berî niha, di dengdayîna parlamentoya Swêdê ji bo nasîna ”jenosîda mesîhî û Ermeniyan li Turkiyê” deng dabû û dengê wê, di nasînê de rolek mezin lîstibû. Hildebrandt balê dişîne ser Avciyê û rola wê ku çawa xwedî biryar e û bi dilê wezarê derve Carl Bildt hereket nekiriye û perda ser ruwê wî yê veşartî aniye xwarê, eşkere kiriye, û bûye sedem ku konsolosê Turkiye vegere welatê xwe.

Çend salên dawiyê serkevtina van jinên Kurd li Swêdê ne tesadufî ye, dibêje Hilderbrandtê. Beşdarbûna wan, di niqaşên civakî, siyasî û aborî de û dîtinên wan yên bi sûd û wêrek eşkere didine xuyanî kirin û xwedî pêşerojek ronî ne.
Serkevtina wan para xwe ji malbatên wan distîne ku dêûbavên wan bîyaniyên polîtîk in, ew bi niqaşên piralî û rengîn mezin bûne. Bêtirs û wêrek in û li ser encamên tirsê li Swêdê xwedî dîtin in. Dewleta Kurda tune ye û Swêdê mala xwe dibînin, lewma demokrasiya li Swêdê giring dibînin. Di demên ew xebata demokrasiyê bilind dikin, gelek jin hene qet tu karî nakin.

Nivîsa Hilderbrandt ê têra xwe balkêş e. Kesên dixwazin bixwînin dikarin bi rêya lînkê bi dest bixînin:

http://www.gulanavci.se/artiklar.php?artikel=70

EuroKurd News




Subscribe to comments feed Nêrîn (1 nivîsand):

Balagesh di 01/09/2010 16:12
avatar
Gulanê di parlamena Swêdê de got "ji ber ku bav kalên min ên Kurd jî tevlî Komkujiya Ermeniyan bûne, fedî dikim".

Helbet dê xelatan bidinê. Gulan Avci chima ji bo Komkujiya Dêrsîmê, Agiriyê, Helebceyê, Qochgiriyê, Sasonê ûêd. naaxive? Heger biaxive jî cîhana rojavayiyan guh nade.

Gulanê heqaret li gelê Kurd kir. Derew e. Dema ku komkujiya Ermeniyan pêk hat Yekîneyên Hemîdiyê yên Osmaniyan nebû. Hemidiye Alaylari tê gotin.

Di sala 1908-9ê de ev yekîneyan hatin belavkirin ku hê Terteleya Filehan nebûbû. Eyb e, sherm e. Derewa Tirkan e. Tirk dixwazin me jî bikishînin berpiriyariya pîsiyên xwe.

Sala 1914an de ji xwe sherê cîhanê yê I. destpêkiribû û dewleta Osmanî têk chûbû di sher de. Kê dê maeshê van yekîneyan bida? Dewleteke belavbûyî û têkcûyî cawa dikare meashan bide?

Dîroka Osmaniyan kivshe ye. Di gelek chavkaniyên Tirkan bi xwe de jî, tê nivîsîn ku dema Mahmût Shevket Pasha tê ser text (1908-9) Alayiyên Hemîdiyeyê tên belavkirin. Pashayê nû 3 yekîneyên nû dadimezirîne û navên wan jî dike Asiret Süvari Alaylari. Herwiha nikare wan jî bikarbîne lewra sherê cîhanê destpê dike.

Gulan Avci bo xelat û postan gelên xwe firotiye, heqaret li bav-kalên xwe kiriye. Ji bo min ew Rayber e, Qaso ye, Hîkmet Cetîn e, Kamer Genc e ûww.

Em Kurd wisa ne. Xelkê destên xwe li pishta me da, nizanin chi bikin. Gulan Avci ka hela di hilbijartina nû de chi dibêje.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :