Gates ji nişka ve serdana Iraqê kir
Wezîrê bergirîya Amerîka Robert Gates ji nişka ve hat Iraqê, da ku beşdarîyê di rewresmên derketina piranîya hêzên Amerîka ji Iraqê bike.
Di vê navberê de berpirsên Amerîkayî weha jî didin xuyakirin, ku dê hêzên Amerîka careke din nekevin nava Iraqê de û nevegerin Iraqê.
Belê di heman demê jî de, hinek alîyên amerîkayî didin nîşandan, ku heger rewşa Iraqê xerab bibe, ew dê dîsan bikevin nava xaka Iraqê de.
Cihgirê serokê Amerîka Josef Biden ê ku niha li Iraqê ye weha da xuyakirin, ku ew bawer in dê hêzên Iraqê bikaribin rewşa welatê xwe biparêzin.
Josef Biden daxwaz ji serkirde û berpirsên Iraqê jî kir, ku gerek ew zû bi zû hukûmeta nû ya Iraqê pêk bihînin, da ku pirsên heyî bihên çaresekirin.

Twitter
Facebookê de biweşîne
Google Bookmark
Nêrîna xwe birêke