Adil Abdulmehdî berendamê serokweziriya Iraqiye
Îranê razî bû, ku berendamê Hevpeymanîya Niştimanîya Iraqî bibe serokê wezîrên Iraqê û alîyê Sedir û Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanê jî, rêkevtinek di navbera xwe de saz bikin.
Êdî dê Adil Ebdulmehdî û Nûrî Malikî, li ser bi destxistina posta serokatîya wezîrên Iraqê berberiyê û rikberîyê bikin.
Ev jî ji ber ku, ji bo serokwezîriya Iraqê, Nûrî Malikî berdendamê Hevgirtina Dewleta Qanûnê ye û Adil Ebdulmehdî kandîdê Hevgirtina Niştimanîya Iraqî ye.
Li hevtaina navbera alîyê Sedir û Hevgirtina Fraksiyonên Kurdistanî jî, li ser piştevanîkirina Adil Ebdulmehdî ye.
Ji hêleka din ve, Ibrahîm Ceferî li dijî kandîdkirina Adil Ebdulmehdî ye, ji ber ku li gora gotina Ceferî, gerek ev pirsa han di navbera Adil Ebdulmehdî û Ehmed Çelebî de bihata çareserkirin.

Twitter
Facebookê de biweşîne
Google Bookmark
Nêrîna xwe birêke