Malper | Cîhan | ETA Agirbest îlan kir

ETA Agirbest îlan kir

Rêxistina Baskê ya ETA agirbesta xwe îlan kir.ETA bi weşanê videoyê daxuyakirin  ku ji bo pêvajoyekî demokratîk amadene.


Li gor nûçeyên rojnameyekê Baskî ya Garayê û videoyekî li BBC yê metnekî bi zimanê Baskî û Îspanyolî hatiye weşandin. Li videoyê mîlîtanên  ETA dibêjin ku : Berê ya çend meh ETA biryarekî stend ku êdî çalakiyên bi çek hatiye sekinandin û dixwazin bi rêya demokratîkê bigihîjin armanca xwe.

ETA dixwaze li ser axa bakurê Îspanya û rojavayê başurê Fransayê de dewletek Baskê ya serbixwe damezrînin. ETA ji aliyê Yekitiyê Ewropa û Dewletên Yekbûyî Amerîkayê ve Rêxistinekî Terorist tên binavkirin. Ji ber êrîşên ETA yê ji sala 1960 û vir ve 825 kes jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha dewleta Îspanya bersivekî ji bo agirbesta ETA yê neda. ETA ji ber opersayonên Fransa, Îspanya û Portekîzê gelek rêveberên xwe winda kirîbûn.




Subscribe to comments feed Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :