Malper | Cîhan | Balyoza aştiyê ya Iraqê Li Londonê hate kuştin

Balyoza aştiyê ya Iraqê Li Londonê hate kuştin

Hunermenda şêwekar Xade Hebîb a ku balyoza Iraqê ya aştîyê bû, li bajarê London di mala xwe de hat kuştin.


Xade Hebîb li Baxdayê ji dayik bûbû û ew yekemîn nîgarvana (resama) Iraqî bû ya ku xelata balyoza aştîyê bi dest xist.
Yekîtîya Jinan a aştîya cîhanî ya li Brîtaniya, di sala 2008-ê de xelata balyoza aştîyê pêşkêşî Xade Hebîb kir.

Xade Hebîb di jîyana xwe de, ji temenê 14 salîyê ve kerr jî bûbû ( ne dibihîst) belê pêvajoya xwe ya hunerî berdewam kir.
Kevalên (tabloyên) Xade Hebîb bêtir li ser êş û azarên jinan, zarokan û mirovanîyê ne û tije evîn, aştî û hêvî ne.




Subscribe to comments feed Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :