Malper | Cîhan | San Francisco dişewite

San Francisco dişewite

Li nêzîkî balafirgeha San Franciscoyê teqînek pêkhat û piştî teqînê şewatek mezin li hêrêma San Brunoyê derket.

Tê gotin ku di xeta gazê de  teqînek pêkhat û piştra şewatek mezin çêbûye.Di encamê de 53 xanî û 120 karistan şewitiye.

Berpirsyarên asayîşê da zanîn ku kesek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî brîndar bûn û tîmên agirkûj jî ji bo vemirandina şewatê hewlên mezin didin.


Di vê navberê de berpirsyarên şîrketa gazê da zanîn ku , heta niha sedema teqînê ne hatiye tespîtkirin.


Ew kesên ku ji şewate rizgarbûn daxuyakirin ku  piştî dengê teqînê agirekî mezin dîtin û ji mala xwe derketin û cihên bi ewlehiyê re reviyan.


Piştî teqînê gelek doktor û bijîşk ji bo alîkariya brîndaran ber bi nexweşxaneyên xwe ve çûn .




Subscribe to comments feed Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :