Malper | Cîhan | Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû

Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, bi cihê digel serokomarê Iraqê Celal Talebanî, serokwezîrê Iraqê Nurî el- Malikî û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Li gor daxuyaniya di malpera Navenda Ragihaninda Serokwezîriya Komara Tirkiyeyê de, Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de dê serdana Bexda, Necef û Hewlêrê bike.

Şandeya digel Erdogan pêk tê ji wezîrê dewletê Zafer Çaglayan, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û wezîrê jêderên sirûştî û enerjiyê Taner Yildiz.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Erdogan dê li 28ê adarê li Bexdayê ji aliyê Celal Talebanî ve bê pêşwazîkirin û paşî jî bi cihê digel serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî, serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û rêberên din yên sîyasî hevdîtinek pêk bîne.

Serokwezîrê Erdogan dê li 29ê adarê jî li Necefê serdana rêberê olî yê şîiyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî bike.

Li gor bernameya serdanê, Erdogan dê heman roj piştî nîvro derbasê Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bibe û hevdîtinek digel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bike.

Di hevdîtinan de, digel pêşhateyên aktûel yên herêmî, dê gotûbêj li ser têkiliyên Tirkiye-Iraq û Tirkiye-herêma Kurdistanê bê kirin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya  Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe. Rudaw


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Kî dibêje serhildanê li Suriyê dest pê nekiriye (Video)

Videoyek ku ji Deraayê hatiye dide xuyakirin ku serhildana wî bajarî bi rastî destpê kiriye. Di video de çend hezar kes li ber mizgeftekê dixuyin, ...



Fuad Hisên: Serdana Erdogan ya bo Kurdistanê dîrokî ye
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand ku serdana serokwezîrê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê amaje bi wê çendê dike ku têkiliyên di navbera Tirkiye ...
Erdogan serdana Kurdistana Başûr dike
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan serdana Hewlêr dike. Li gora nûçeya kanala televizyona NTV, dê serokwezîrê Tirkiye Erdogan28-29-ê Adarê serdana Iraqê bike. Li gora tê ...
Hewlêr pêşwaziyê li Erdogan dike
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan doh serdana Iraqê kir û li Bexdayê li gel berpirsên Iraqê hevdîtin kirin û di parlementoya Iraqê ya federel de axavtinek ...
Nêçîrvan Barzanî digel serokwezîr Erdogan civiya
Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê berê Nêçîrvan Barzanî li Anqereyê digel serokweîzrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtin pêk  anî. Li gorî nûçeya CHAyê, Barzanî ...
Tirkiye li Iraqê bi saya Hewlêrê bi bandor e
Rojnamevan-nivîskar Cengiz Çandar, diyar kir ku Tirkiye bi saya Herêma Kurdistanê piştî şerê Iraqê bi Îranê re welatê herî serkeftî yê herêmê ye....