Malper | Cîhan | Nêçîrvan Barzanî û Celîlî hevdîtin

Nêçîrvan Barzanî û Celîlî hevdîtin


Îro Emîndarê giştî yê Ciwata Ewlekariya Komara Îranê Seîd Celîlî li Tehranê pêşwaziya Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di vê hevdîtina han de Celîlî diyar kir ku, di Rojhilata Navîn de guhertinên gelek sereke çê dibin û ev guhertinên han jî vê li gorî berejwendiyên Gelên Rojhilata Navîn de bin.

Çavkanî her wiha diyar kir ku, bilind bûna asta jiyana xelk û pêşkeftinên heyî yên di warê curbicur de dibin sedema bihêztir bûna rewşa baş ya ewlekarî a Deverê.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de keyfxweşiya xwe a li hember bihêz bûna peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de diyar kir û hêvî xwest ku, her dû alî hewl bidin daku, ev peyvendiyên han hîn bihêztir û berfiretir bibin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkeş kir û balkêşande ser guhertinên heyî û rewşa Îraqê û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina peyvendiyên dostane di navbera her dû aliyan de kir. KTV


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Çîroka Telefonê - Phone Story

www.phonestroy.be...



Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulusê Misirê yê li Hewlêrê kir
Duhî li bajarê Hewlêrê,  Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê  pêşwazî li Siliman Osman konsulusê Misirê yê li Hewlêrê kir.Di hevdîtineke de jibilî nirxandina ...
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîra Swedî kir
Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîra Bazirganî ya Swêdê Ewa Björling kir. Di destpêka hevdîtinê de Ewa Björling bi minasebeta destbikar kirina Nêçîrvan Barzanî ...
Serokwezîr pêşwaziya konsulusê nû yê Koriya Başûrê kir.
Li gora KTV radigihäne,di hevdîtineke de Konsulusê Koriya Başûr bi minasebeta destbikar kirina Kabîneya 7an ya Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir û ...
Barzanî pêşwazî li konsolusê Fransa kir
Hewlêr - Serokê Kudistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê Feranseyê yê li Îraqê Bores Biwalon û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê Dr. Firidrik Tisso ...
Mesrûr Barzanî bi heyteke rûsî re civiya
Duhî (25.01.2012) li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya sefîrê Rusiyeyê yê Bexdayê Valeri Shovayêv kir. Di dîdasrekê  de ku, konsulusê Rusyayê yê Hewlêrê û Hêmin Hewramî nerpirsê ...