Malper | Cîhan | Ofîsa Yekîtiya Ewropayê bi resmî li Hewlêrê hate vekirin.

Ofîsa Yekîtiya Ewropayê bi resmî li Hewlêrê hate vekirin.

Ofîsa Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Herêma Kurdistanê îro bi awayekî resmî li Hewlêrê hate vekirin.

Serokê Mîsyona YE’yê li Iraqê Francisco Diaz Alcantud îro li hola hotel Şareton ya li Hewlêrê civîneke do preskonferensekê de got: “Herçende me nivîsgeha (ofîs) xwe li tebaxa 2010ê li Hewlêr vekir, lê ez di vê civînê de radigihînim ku nivîsgeha nûneriya YEyê li Hewlêrê îro bi awayekî resmî hate vekirin.”

Serokê Mîsyona YEyê li Iraqê ragihand ku ew di warê reform, dadwerî û ewlekariyê de kar dikin û rahênanê bi efserên payebilind yên wezareta navxwe yên li sertaserê Iraqê dikin. Her weha wan bi hevkariya wezareta navxwe ya Iraqê li 27 welatên Ewropî çendîn kar û çalakî pêk anîne.
Alcantud got:“Heta niha li seranserê Iraqê 4 kes beşdarî xulên me bûne. Hezar û 800 kes ji wezareta navxwe, 900 kes ji civata bilind a dadweriyê û wezareta dadê, hezar û 100 kes ji wezareta kar û karûbarê civakî û hezar û 50 efserên Herêma Kurdistanê beşdarî van xulan (kursan) bûne.”

Alcantud got: “Me sê nivîsgeh li Iraqê hene. Nivîsgeha sereke li Bexdayê ye. Nivîsgeha Hewlêrê jî daîmî ye. Her weha li Besrayê jî nivîsgeheke demî heye.”

Berpirsê fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî got: “Herçend ji sala borî ve çalakiyên wê hebûn, em wek hikûmet kêfxweş in  ku nivîsgeha YE’yê ya li herêma Kurdistanê bi awayekî resmî hate vekirin.”

Heta niha 18 welatên herêmî, erebî û cîhanî nûneriyên xwe yên dîplomatîk û bazirganiyê li herlma Kurdistanê vekirine. (AKnews)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Konferansa rojnemevanî ya Barzanî û Davutoglu(Vîdeo)

Piştî civîna di navbera serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiye pêkhatî , konferansek rojnemevanî hate sazkirin....



Sincarî dibe berpirsê Îstixbarata Iraqê Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê (HK) ya di Parlamentoya Iraqê de Mueyîd Teyîb ragihand ku Serokatiya Dezgeha îstixbarata Iraqê ji bo kurdan yekalî bûye.Muayad Teyîb li ser ...
Hêzên Amerîka li deverên cihê nakokiyan dimînin
 Hewlêr – Serfermandeyê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî diyar kir ku dê di demek kin de tanq û balefirên herî nû û pêşketî yên şerî bikevin ...
Şampiyona tenisê li Hewlêrê ye
Biryarê di meha bê de Şampiyona Cîhanê ya Tenisa Sermasê ya Nûgihayan (Table tenis) li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bê lidarxistin.Table tennisSerokê Yekîtiya Iraqê ya ...
Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê
Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge ...
Heftiya bê benzîna Kurdistanê dikeve bazarî
Li gor Aşitî Hewramî wesîrê derametên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê 3 rafîneriyên mezin li Kurdistanê hene. Herwesa 22 rafîneriyên biçûk li Silêmaniyê, 16 li Hewlêrê û 15 rafînerî jî li Dihokê hene...