Malper | Cîhan | Di 20 rojên xwepêşandanên li Sûriyê 123 kes hatîne kuştin

Di 20 rojên xwepêşandanên li Sûriyê 123 kes hatîne kuştin

Yekîtiya Navdewletî ya Mafê Mirovan (FIDH), aşkere kir ku ji 18ê adarê heta 1ê nîsanê di xwepêşandanên li dijî  Sûriyê de 123 kes hatine kuştin.

International Federation of Human Rights (FIDH) di rapora xwe de ya ku ji aliyê rêxistina FIDHê ya li Şamê de “Navenda Şamê bo Lêkolînên Mafê Mirovan” hatiye amadekirin, navên 123 kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin hene, her wiha cî û roja kuştina wan hatiye diyarkirin.

FIDHê aşkere dike ku tenê di 23ê adarê de 40 kes li çend deverên cihê û  Deraa hatine kuştin, her wiha di 1ê nîsanê 16 kes li Dûma bakurê Şama paytext, hatine kuştin.

Ji aliyekî dî ve çend malperên dijbereya Sûriyê navê 134 kesan belav kirin ku di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Tê zanîn, Piştî serhildanên li welatên erebî, vê carê jî li Sûriyeyê xwepêşandanan dest pê kir. Di 15ê adarê de bo cara yekem gelê Sûriyê karîbû li çend bajarên Sûriyeyê serî hilde,

Bi tevî girtin û êrişa hovane ya hêzên ewlekariyê, xwepêşandanên li Sûriyeyê ji roja 15ê adarê li Şamê de dest pê kir û li bajarên Banyas, Humis, Deraa, Dêrezor û Helebê jî belav bûn. Di 16ê adarê de jî xwedî û kesûkarên girtiyên siyasî xwepêşandanek li ber wezareta navxweyî li Şamê li dar xistin û di encamê de 35 kes ji wan hatibûn destgîrkirin.

Xwepêşandan germtir di 18ê adarê de li bajarê Deraa dest pê kirin û hêdê hêdî li bajarên din jî belav bûn û çarçoveya wê hîn firehtir bûn ku gihişt derdora Şamê û herêma kurdan li Cizîra Sûrî wek Qamişlo, Amûde û Hisiça. (AKnews)

 

 

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Li Qamîşlo 20.000 xwepêşander
Li Surî li bajarên cuda cardin piştî mêja înê xelk daketin kolana û dijê rejima Esad dest xwepêşandanan kirin. Cardin wek her car hêzên ewlehiya ...
"Divê hikûmeta Kurdistanê li hember Sûriyê bê deng nebe"
Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê tevgera hikûmeta Sûriyê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku li beramberî ...
Stockholm: Xwepêşandan li dijî rejîma Suriyê
Gelên ku îro di nava sînorên dewleta Suriyê de dijîn, weke Asuri/Suryanî, Kurd, Ereban, ji 15 adarê heta niha li dijî rejîma Suriyê xwepêşandanan pêk ...
Îro roja dawî ya xwepêşandanê li Silêmaniyê ye
Amedevanên xwepêşandanên ber dergeha Sera ya Silêmanîyê ragihandin, ku dê îro wê roja dawîya xwepêşandanên wan be. Îro bi sedan hevwelatîyan beşdarî di xwepêşandanekê de ...
Sûrî: 36 kuştî. Serbaz ji leşker cuda dibin
Desteya giştiya şoreşa Sûriye ragihand: îro di îna “Dijfirîn” de hêzên ewlehiyê û çekdarên girêdayî rejîmê 36 kes kuştin, piraniya wan li bjarên Hema û Humsê bûn, ji aliyekî din ve hijmarek leşker ji artêşê qut dibin....