Malper | Cîhan | Gates: Amerîka bi çavekî dostane berê xwe dide Kurdistanê

Gates: Amerîka bi çavekî dostane berê xwe dide Kurdistanê

Di çarçoveya serdana xwe ya bo İraqê de, wezîrê parastinê yê Amerîka Robert Gates îro gehişte paytexta herêma Kurdistanê û li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr Berhem Salih û wezîrê pêşmerge şêx Cafer şêx Mistefa ve hat pêşwazî kirin.
Di civînekê de wezîrê parastinê yê Amerîka Robert Gates, spasiya rol û serkirdayetiya serok Barzanî di pêkanîna hikûmeta Îraqê de kir û piştgîriya xwe bo biserxistina prosesa siyasî ya Iraqê û dagirtina postên vala yên wezaretên ewlekarîyê pêşan da.

Ji aliyekî din ve peyvendiyên Iraqê û Amerîka yên piştî vekişîna hêzên Amerîka bi giştî û peyvendiyên Amerîka û herêma Kurdistanê bi taybetî hatin gotûbêjkirin û di vê derbarê de Gates careke din tekez kir ku Amerîka bi wan hemû peyamanan ve girêdayî ye ku ligel Iraqê îmze kiriye.

Derbarê peyvendiyên ligel herêma Kurdistanê de jî Robert Gates got:

- Peywendiyên me peyvendiyên dostane ne û Amerîka bi çavekî dostane berê xwe dide herêma Kurdistanê. Di çarçoveya İraqeke federal û demokratîk de, peywendiyeke taybet herdû alî bi hev ve girêdane û emê li ser bipêşxistina wan peywendiyan jî berdewam bin.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî spasiyên xwe û gelê Kurdistanê pêşkêşî Amerîka kirin bo wan qurbaniyên ku di rêya rizgarkirina gelên Iraqê de ji dîktatoriyetê dane. Barzanî bal kişand ser peyvendiyên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal û tekez kir, hikûmeta herêmê bi wan hemû peymanan ve girêdayî ye ku ligel hikûmeta federal îmze kiriye.

Derbarê pirsên hilawestî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî Barzanî diyar kir ku heta niha hinek pirsgirêk bêyî bên çareser kirin di navbera herdû aliyan de mane wek: pirsa encamdana serjimêriya giştî, madeya 140ê ya destûra Iraqê, bûdçeya hêzên pêşmerge û yasaya petrol û gazê ku pêwîst e di çarçoweya destûra bingehîn ya Iraqê de bên çareser kirin.

Li ser dosya deverên veqetiyayî yên Kurdistanê jî Barzanî keyfxweşiya xwe li hember parastina rewşa îro ku ji aliyê hêzên hevbeş ên pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Amerîka ve tê parastin anî ziman û wiha axifî:

- Damezrandina hêzeke hevbeş li wan deveran dibe sedemeke girîng ji bo baştirbûna rewşa ewlekariya wan deveran.

Di heman civînê de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo herêma Kurdistanê kir û da xwiyakirin ku ew serdan dibe sedema pêşdeçûna peywendiyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê.

Barzanî, herwiha li ser rewşa navxwe ya İraqê jî rawestiya û got:

- Ligel hinek metirsiyan jî, İraq ber bi demokratîkbûnê ve diçe û pêngavên cidî jî bo çespandina sîstema demokratîk avêtine. Hîç tehdîdeke stratejîk li ser sîstema demokratîk li İraqê nîne, herçiqas hinek pirsgirêkên siyasî hene, lê belê bo aramiyê nabin tehdît û îradeyeke bihêz a çarserkirina wan heye.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Aso Tv agirbesta PKK

Li bernameya Bergeha televizyona Aso ya ku Rojnemevan Cemal Batun rêve dibe, siyasetmedar Dara Bilek, Keya Îzol û Hediye Guzel Namzeta Parlementoya Swêdê Agirbesta PKK û pêvajoya dawî ya Tirkiye û Kurdistanê nirxandin....



Barzanî û Leon Panetta li Hewlêrê civiyan
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, îro sêşemiyê 12.07.2011ê, Leon Panetta wezîrê bergiriyê yê nû yê Amerîkayê gehişte herêma Kurdistanê û digel Mesûd ...
Divê çareserî bi rêbazên aştiyane be
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrur Barzanî, ragehand ku divê Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rêya rûniştin û gotûbêja aştiyane hilbijêrin û bi ...
Barzanî û Gates pirsên Hewlêr û Bexdayê minaqeşe kirin
     Washington - Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê û civînên xwe yên bi mezine berpirsên DYAyê re, Duhî, Mesûd Barzanî ...
Barzanî pêşwaziya heyeteke mezin a Emerîkî kir
   Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwaziya birêz James Jeffrey sefîrê Amerîka li Iraqê, general Robert Kaslin berpirsê ofîsa Hevkariya Asayîşa Amerîka li Iraqê û ...
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan û İraqê Îradeyeke İraqî nîne
Derbarê rewşa daniştvanên Kurd ên li navçeyên Celewla û Se’diye, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Tişta li wan navçeyan tê kirin proseyeke nexşekişandî û rêkxistî ye bo ...