Malper | Cîhan | Em dikarin pêşiyê li êrîşên Îranê bigirin

Em dikarin pêşiyê li êrîşên Îranê bigirin

Berdevkê hêzên DYAyê yên Iraqê Jefry Biyogatin, diyar kir, ew amade ne, bo ragirtina topbarankirina deverên sînorî yên Iraqê, piştevaniya hikûmeta Iraqê bikin.



Berdevkê hêzên DYAyê yên Iraqê Jefry Biyogatin, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, divê Îran, hurmeta serweriya xaka Iraqê bigire û got, heke Îranê, hest bi metirsiya “komên dijber” kir, divê digel hikûmeta Iraqê, vê yekê çareser bike.

Biyogatin, wiha pêde çû, “Em dê hemû alîkariyên îstixbaratiyên xwe pêşkêş bikin, lê rola sereke ya hikûmeta Iraqê ye.”

Berdevk Biyogatin, wiha axivî, “Heke hikûmeta Iraqê, daxwaza alîkariyê ji me bike, em dê di warê şêwir, meşq û rahênanê de alîkariyê bikin. Her cihekê bixwazin em amade ne.”

Artêşên Îran û Tirkiyeyê, bi hêceta hebûna kempên hêzên çekdar ên PKK û PJAKê, deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê didin ber topan. Heta niha, gelek zirarên canî û aborî li xelkê deverê ketiye.

Ev yek rastî nerazîbûna rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye. Di vê çarçoveyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, 3ê Tîrmehê, di daxuyaniyekê de, topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistan û Iraqê ji aliyê artêşa Îranê ve şermezar kiribû û gotibû, “Ev helwesta Îranê, dê zirarê bide têkiliyên her du aliyan.”


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Nêçîrvan Barzanî rewş zelal kir (Vîdeo)

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, vê êvarê di preskonferensekê de helwestê PDK li ser bûyera doh a Silêmaniyê zelal kir û bersiva pirsên ...



Kurd li dijî vekişandina balyozê Iraqê ji Îranê ne
Parlamenterên kurd ên Parlamentoya Iraqê, dibêjin, arîşeya topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi vekişandina balyozê Iraqê ji Tehranê nayê çareserkirin.Parlamentera kurd Eşwaq Caf, ji ...
Zêbarî: Derketina DYAyê beriya 2020ê Iraq dê zirarê bibîne
Serfermandeyê giştî yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî diyar kir ku, eger hêzên DYAyê, beriya sala 2020ê ji Iraqê vekişin, welat dê zirarê bibîne. Babekir Zêbarî, îro ...
Kerkûkî: Divê Tirkiye demildest êrîşên xwe rawestîne
Serkê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî  ji Tirkiyeyê xwest ku, demildest bombebarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bide sekinandin û bang li hikûmet û parlamentoya Iraqê ...
Hêzên Amerîka li deverên cihê nakokiyan dimînin
 Hewlêr – Serfermandeyê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî diyar kir ku dê di demek kin de tanq û balefirên herî nû û pêşketî yên şerî bikevin ...
Em miletek in û divê azad bibin û bi azadî bijîn.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya Newrozê de, wiha got, “Divê hemû kurd di bin xîveta kurdîniyê de kom bibin.” Barzanî, rexneyên ...