Malper | Cîhan | Malbata Beşar Esedê dest bi firotina milk û malê xwe kiriye.

Malbata Beşar Esedê dest bi firotina milk û malê xwe kiriye.

Li gor nûçeyeke rojnamye Daly Telegraf ya berîtanî di jimara xwe ya duhî ya roja înîyê de eşkere kriye ku endamên malbata Beşar Esedê serokê Sûriyeyê dest bi firotina milk û malê xwe yê li dervey Sûriyeyê kiriye.

Rojnameya navborî diyar dike ku malbata Esed dest pê kiriye ku xaniyên xwe yên li Londonê paytexta Berîtaniyayê bifroşin ku buhayê wan dike nêzîkî bi milyonan pound ê berîtanî û rojname dinivîse ku wesreke Refet Esedê apê Beşra Esed li taxê Mayfair li Lonodonê yeke ku 10 milyon pound dike.

Rojnama Daly Telegraf dinivîse ku malbata Beşar Esed li gelek welatên cîhanî mil û mal heye û nuha ew dixazin milk û malê xwe yê derveyî Sûryeyê, berî rijêma sûrî jinav biçe, bifroşn û bikin pare.
 
Ji adara îsal were serhildana gelê sûrî ji bona jinavbirina rijêma Beşar Esed berdewame û li gor raporên Neteweyên Yekgirtî û rîxistinên mafê mirovî heta nuha li Sûryeyê  zîdetir ji 2900 hevwelatiyan bi destê leşker, emin û şabîheyên rijêmê hatîne kuştin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Sûrî li dijê xwepêşandana dijwar e (Vîdeo)

Li Sûrî li bajara Dera,doh 15 keş hatin kuştin.Hêzên ewlehiya Sûrî di kolanan de xelkê digrin û dikujin. Li gora gahdariya ku gihayî Rojevakurd, di van rojên bê de wê li gelek paytextan meş û xwepêşandan çêbin, weke Brûksil, Parîs û Montryal ji bo piştgîriya xelkê Derèa û şoresş sûrî.....



Celal Talebanî careke din pişta Beşar Esed girt
Celel Talebanî serokomarê Îraqê bi rêya nûnerê xwe nameyeke piştgiriyê ji bo Beşar Esedê serokomarê Sûriyayê hinart.Li gor rojnameya Tişrîn (http://tishreen.info/_default.asp?FileName=42003595020110823061322) ku, rojnameya fermî ya ...
Gotara Beşar Esed li navxwe û derve hat rede kirin
Îro roja duşemiyê Beşar Esedê serokê Sûriyeyê li unversîteya Şamê gotarek pêşkeşî kir ku, ev gotara sîyem bû piştî destpêkirina sehildana gelên surî di roja ...
Erdogan: Peywendiyên min yên şexsî digel Beşar Esed gelek baş in
Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê ji Internetheber ya tirkî re behsa têkeliyên xwe yên şexsî û malbatî digel Beşar Esedê serokê Sûriyeyê û dike û ...
Serok Barzanî dawetnameya Beşar Esed red dike
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di hevpevînekê de ew nûçe pişt rast kir ku serokê Sûryeyê dawetnameyeke fermî ji serok Barzanî re şandiye ...
Sê partiyên kurd xwe ji civîna bi Esed ra vekişand
Di daxuyaniyekê de, sê partiyên kurd yên rojavayê Kurdistanê yên komîteya hevahengiyê; Partiya Yekîtiya Kurd, Partiya Azadiya Kurd û Rewta Ayendeya Kurd li Sûriyayê, ji ...