Malper | Cîhan | Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî

Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî

Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî

Li gor hin çavkaniyan Enqere daxaz ji Amerîkayê kiriye ku bi a serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî neke û her karekê Malikî dike jê qebûl neke.

 Li ser rewşa aloza Îraqê wezîrê derve yê Tirkiyeyê peywendî bi wezîra derve ya Amerîkayê re kiriye û jê re gotiye ku eger şerê tayîfî û mezhebî li Îraqê çê bibe, parçebûna Îraqê nîzîk dibe. Dawudoglu di berdewamiya axavtina xwe de ji Kilîntonê re gotiye ku parastina Tariq Haşimî û berdewambûna wî li ser wezîfeya xwe ji bo berdewambûna emin û asayîşa Îraqê şertekî sereke ye û nabe gotinên Malikî bên ferizkirin. Hikûmeta Enqereyê di wê baweriyê deye ku cîyê mehkemekirina Tariq Haşimî pirseke giring e û Enqere dixaze Haşimî li herêma Kurdistanê bê mehkeme kirin.

Herwesa hikûmeta Enqereyê ji Malikî re gotiye ku Tirkiye bi xemgînî ve çavdêriya pêşhatên Îraqê diek. Tirkiye weke dewleteke cîran li benda wê yekê ye ku ew sozên lîsteya Malikî li pêş û piştî hilbijartinan dabûn cîbicî bike, ji ber ku ew ji bo pêşeroja îraqê, bi taybetî piştî vekişîna hêzên amerêkayî ji Îraqê, gelek giring in, Malikî nabe xwe li ser hemû Îraqê feriz bike, divê ew sîstema pirkulturî, netewî û demokrasiya welêt biparêze.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Şerê dîplomasiyê tund dibe
Piştî aloziya li Iraqê di nav Şîe û Suneyan de despêkirî, siyaseta Tikiye û Iraqê jî li himber hev hişktir dibe. Wek tê zanîn ji ...
Malikî pêşniyara Barzanî qebûl nekir û gef kirin
  Malikî pêşniyara Barzanî qebûl nekir û gef kirin Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê duhî li Bexdayê di preskomferensekê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê kir ...
Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir
Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan digel  serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî bi telephone rewşa aloz û kirîza siyasiya Îraqê gotûbêj ...
ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe
Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên ...
Erdogan:Gotinên Malikî qirêjin
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan careke din bersiva daxuyaniyên serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî ku gotibû; Tirkye mayê xwe di karûbarên navxweyî yên Îraqê de dike, ...