Malper | Cîhan | Sala 2012-ê sala kurdan e

Sala 2012-ê sala kurdan e

Jaruselam Post

Rojnameya Jerusalem (Ûrşelîm) Post a Îsraîl, sala 2012ê wek sala kurdan bi nav kir û wiha nivîsand, “Heke kurd xwe jîr bikin dê dîsa bibin xwediyê statûya xwe ya berê li rojhilata navîn.”

Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, ku bi zimanê înglîzî tê weşandin, di şiroveyekê de, ku ji aliyê nivîskarê rojnameyê Aydin Fîşman ve hatiye nivîsandin, rewşa kurdan li her 4 perçeyên Kurdistanê, şirove dike û sala 2012ê wek sala kurdan bi nav dike.

Di şiroveyê de, behsa dîroka kurdan tê kirin ku li dema împratoriya Med de, kurd xwedan desthilat bûne û heyama 6 sedsalan li ser rojhilata navîn hikum kirine. Piştî şerê yekem ê cîhanê soza dayîna mafê serxwebûnê ji kurdan re tê dayîn, lê ev yek pêk nayê.

Nivîskarê rojnameyê di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje, “Bûyer nîşan didin ku kurd dê roleke sereke di bûyer û pêşhatên sala 2012ê de bilîzin.”

Fîşman wiha didomîne, “Li Iraqê, piştî hilweşîna rejîma Sedam Husên, herêma kurdan pir geş bûye û hebûna ewlehiyê li Herêma Kurdistanê bûye sedema geşbûn û pêşketinê. Aloziya niha ya Iraqê, heke bidome tê payîn kurd dewleta xwe ragihînin. Li Sûriyê jî, heke binpêkirin û zilma rejîma Sûriyê li dijî kurdan bidome, îhtimal heye kurdên wir jî daxwaza cihêbûnê bikin. Li Tirkiyê, 20% kurd in, lê rewşa welêt aloz e û aboriya wê jî nebaş e. Du hefte berê, hêzên Tirkiyê 35 welatiyên kurdên xwe kuştin. Tê payîn, siyaseta aborî ya serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sala 2012ê têk biçe, ev jî dibe sedema wê ku kurdên wir şerê çekdarî xurt bikin. Kurdên Îranê ji hemû kurdên din aramtir in. sala 2011ê, navbera Îran û PJAKê de şer derket û ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hebûn. Lê tê payîn sala 2012ê bo kurdên Îranê jî derfet pêş bikeve, ji ber ku ceza yan jî êrişa Amerîka li dijî Îranê bo bernameya nukleerî ya wî welatî, bibe sedema çêbûna vê derfetê. Di rewşek wiha de, kurd, azerî û erebên Îranê dê daxwaziya cihêbûnê bikin."

Li gorî şiroveya rojnameyê, mirov dikare bêje ku di rewşa niha de ku ereb, tirk û fars rastî erdheja siyasî bûne, wextê wê hatiye ku kurd bibin xwedan qewareya xwe ya nû.

 (AKnews)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Bila xwîna kurê min hawênê aşitî be(Vîdeo)

Xwepêşandanên li Silêmaniyê çêbûyîn hinek kesan êrîşek bir li ser baregehê PDK-ê şaxê Silêmaniyê. Di encam de gencek bi navê Rejwan jiyana xwe ji dest ...



Di sala 2012ê de dewleta kurdî
Feleknasê navdarê îraqî Yasir Daxistanî ku diplomaya diktorayê bi zanistê feleknasiyê heye, pêşbîniyên xwe bo sala 2012ê diyar dike û dibêje ku ew pêşbînî dike ...
Bila kesek bi hestê neteweyî neleyze
Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek li ser serdana xwe bo Tirkiyê da...
"Sedam Kî ye" derket
Romana “Sedam Kî ye” ya bi zimanê îngilîzî ya romannivîsê kurd Mihemed Dosatn hat belavkirin.Ev roman ku behsa jiyana Sedam Hisên û tawanên wî yên ...
Qaddafî: Mafê kurdan ê serxwebûnê heye
Serokê Lîbyayê Mûamer Qezafî, di daxuyaniyeke xwe de gotiye, “Mafê kurdan heye serxwebûna xwe ragihînin û pêwîst e gelê ereb û her kes wî mafî ...
3'ê Adar
3'ê Adar Di sala 1943’an û di rokekî wekê îroyê de rojnameya bi navê Roja Nû li Beyrudê derket. Berpirsyarê Giştiyê Rojname û Mesul Mudirê Kamuran ...